Rodî , qutîkek biçûk di nav kaxezek sipî de pêçaye, navê xwe û
bavê xwe li ser nivîsandiye, dilek bi heft renga li ser
nexişandiye, lê ew ceger nake ku pêşkêşî min bike. Ne ji tirsa,
mixabin ji ber giranbihaya wê..!!
Min rahişt xelata wî bê ku ez vekim, ta ku hinarkê rûwê wî li
ber bayê fehêtbûnê talan nebin, û sorbûna wan bêhtir nekele.
Şêrîn, qutîka desmala (ELQITTA) ya vekirî, ku diyariya wê ji alî
dê û bavê wê de bi darê zorê hatiye kişandin libadike.
Şiyar pakêtek di dest de ye, sînga xwe nepixandiye, mîna dîkê
şinnik, zengilê dengê wî nasekine, çîrok û romanan ji zaroka re
li ser vê pakêtê avadike, dawî hate naskirin ku ew pakêt ji bavê
xwe dizî bû, ji ber ku bavê wî razî nebibû bi anîna xelateke
pîsik!.
Ceylan sê hêk xistine kîsekî naylon de, dido jê şkestine.
- û tu Sîmav î? te çi ji bo mamosteyê xwe aniye..?
Carek din çavê Sîmav tije hêstir bûn, li ser rûyê sor û sipî
gindirîn. Berya ku were dibistanê pir girya bû, û vaye dîsa di
derya girî werdibe û dinale, bi serê bavê xwe yê pîroz û bi
gorna şêx sûnd dixwe, ku bavê wê gotiye:
- ji dev me û mamoste biqer, bera mamosta ji xwe wêde here, bê
cejn û bê jehir.
Piştî van gotinan...
min li pêlav û cillê xwe temaşe kir, heriya ku gihiştiye çongê,
û li nav pişta min sekiniye. Min li PISKILêTê
xwe yê ku ji nîvê rê de min ew hilgirtiye li ser mille xwe, bi
sedema herriyê, û li xelatên zaroka û gernejînên bi lêvên wan
ve dalqandî meyzekir. Ew gernejîn û bêgunehiya wan zarokan, ji
dilkulî û şîniya min mestir bû. Min xap û çivên malbatên wan û
bindestiya mamosteyan ya ku gihiştiye sînorên asîmana ji bîrkir
.!
Bilî mamostan, hemû karmend bi rêz û beristî ne, xudanbextin û
bihêzin.
Eger rojekê mamosta sîlekê li şagirtekîxe ji bo berjewendiya wî,
wê malbata vî şagirtî dinyê li ser serê vî mamosteyî rakin, wê
lê gilî bikin, û ev pepûk û reben dikeve şehekî hûr de, û
belkî di hebisxanê de jî raze, yan ji karê xwe bê berdan, û ev
belengaz bi hemû yasayên jiyanê tê pêçan, ji dema Hemorabî ta
îro.
Ev xircir tevde ji ber ku mamostê dilsoj li kurê wan xwedîderket,
berjewendiya wî xwest, û doza xwendinê lê kir.
Lê ya herî xirab, dema ku dayika vî şagirtî berê xwe bide
dibistanê, desmalek ji sixêf û xeberan bihûne û malbata wî
pê dorpêç bike, dûvre pişta xwe bide wan û, bi zirt û fort, di
nav matbûn û şaşbûna mamosteyên mayî de xwe li babike.
Lê mixabin, dema ku ev malbata “mêrxas û pehlewan”, berê xwe
didin dezgehek din, diran û qîlên xwe li mal jibîrdikin, li
hemberî karmendê ku çayê an qehwê vedixwe, zimanê wan tê girêdan,
lal dibin, kor dibin, ker dibin, lêbelê dibin berxikin bê çare
li pêş gurekî kanûnê. Bi helke helk, ji odakê bazdidin odakê,
mîna berikên şetrencê. Bi hesanî jê re dibêjin “ezbenî”, û ne
xeme ku hinek pere jî jê re têxin nav kaxezên li ser masê.
Piştî vî tiştî gişî, yê karmend ji wan re dibêje “bi wir de
her”, ta ku tima nebin û pir nekin lewlew.
Vêca kî pirsyarê neguhdana mamoste ye, tevî ku ew stûna
bingehîne di avakirina civak û bajarvaniyê de? Dûv re, mane
serokê nemir gotiye ewin “hosteyên avakirinê yên rastînin” !!!.
Her karmend deyndarê mamosta ye, her textor, parêzer, û endezyar,
û herkesê ku “elêf lam mîm” xwendiye.
Ev mirov tevde bi peykê dewlemendiyê, navûdengiyî, helperikîne.
tenê mamosteyê pepûk li peyka herî binî maye, di jiyanekê de,
giranbuhaya mirov têde bi pera tê naskirin, tevlî ku ne rewa be.
Çi karmendê heye bi navê mamosta tê bankirin, û mamosê rastîn,
ev nav jê hatiye kişandin, û tenê bi navê xwe tê bankirin, bê
pêşdank û paşdank, lêbelê her mirovê dewlemend bûye mamosta tevî
ku nexwenda be jî.
Min rahişt qutîka desmala, hêkê şkestî, pakêta diziyê, û gula
xwe ya ku ez pê serbilind im, û ez li PISKILêTê xwe siwarbûm,
dema ku ez gihiştîm malê, cîranê min yê karmend, xwediyê
tirimbêlê, ji dergeh derket, min silav lêkir :
- Rojbaş mamosta
Li min vegerand:
Rojbaş Ebdilqadir.
Min kilîta xwe di dergehê xaniyê xwe yê kirê de gerand, cîranê
min ê mamosteyê rastîn, motorê tirimbêla xwe gerand.
Rojekê wê ji mamosta bê pirsîn: “tu çi karî dikî”? dema ku
persiva xwe bide, wê jê re bê gotin:
(Kar ne şerme lawo ).