Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 

 

 

 

 

Dîmanên tirsa bêbinî

 

  Kamran simo

 
yadê
pêlên tirsa
zarokiya talanbûyî
min
davêjine hembêza te
bi lerza lêvan
tofana rondikan
di bin baskên te de
di barînim
bi îske, îskên
girî
serma tirsa şevê
bi xewnên
hêlîna şîrmijiyê
germ dikim  
bi tena serê xwe
li nav babilîsoka tirsê
dilerizim
 
yadê
Ehrîman fermanê
li Yezdan dike
wîzewîza Ehrîman
dengê giriyê Yezdan
tê min
di nav van dengan de
min xwe
winda kiriye 
îşev li xwe
digerim
dîtina xwe
dixwazim
lê ji bilî siya xwe
kesî nabînim
ez bûme siya xwe
siya min
bûye tirsa nava min
û min dispêre
bextê girî
girî
rondikên xwînê
ji dil direşîne
ji çavan pirtir
dil digirî
 
yadê
li derya ramanan
winda bûme
ji ramaneke
diçime yeka din
bûme nêçîrvanê
bûyî nêçîra
nêçîra xwe
ji hilbijartina
ramanan
bê par mame
cîh û warên
zarokî ya min
li wan derbas bûye
di çavan de
dileyîzin
giriyê te
yên wan  şevên zivistanan 
di bîra bîranîne de
digirî
xortanî û çelengiyên
bi heval û hogiran re
radibina raperînê
 
yadê 
germiya maça pêşî
hê li ser lêvên min
diherike
şerma çavên dilberê 
û lehengiya min
bihev re
dans dikin
ez lehengê beden zevtkirî
wê deriyê bedenê 
ji leşkerên ciwaniya min re
vekiribû
lerizandina
di nav çengên min de
ji lerizandina
dilê min
a îşevê qeriz kiribû
siya evînê
em bi hev re
dihejandin
 
yadê
êşa lehengê
li ber  çûnê
nalînên giyandanê 
peyvên wî
bi dahola cengê re
asoyê tolhildanê dihejênin 
destên min
di nav destên wî de
peyvên dawî
tênegihiştim
û destên min guvaşt
hê ji guvaştina wê şevê têşin
dilê min jî
îşev
bi lerza wê şevê
dilerzê
li zarokî yê
ku bi tenê
li malê dimam
ji tirsan
lêvên min dilerizîn
niha dilê min
dil bûya
çîçikên bi destên zarokan
ji hêlînê derdanîn
û pêdîleyîzin
di nav destan de
ji tirsan dilerizîn
 
 
 yadê
roja min tarî kirin
rûyê heyvê tenî kirin
stêrkên asimanan hemû
li ber çavên min winda kirin
çirûska hêviya min
vemirandin
di taristana bê hêviyê de
ditirsim
 
hawar yadê hawar
dengê min
bigihêne Pîrşaryar
ji awirên çavan
ji dengên bilind
ji meşa bilez
ji bêdengiyê
ji dîplomasiya durû
lê ya pir
ji bêbextiya dîrokê
û ji rûreşiyê
ditirsim
yadê
 
yadê 
îşev
ji tirsan
newêrim
hilma xwe bidim û bistînim
giyanê min
ji lingên min re
giran tê
hêza xwe
li ser piyan ragirtinê
di xwe de
nabînim
destan dirêjî min bike
yadê destên xwe
min tu caran
tirsonekî
ne dipejirand
her ku li derî dida
min ew
di nav dûkela
tirsa nava xwe de
difetisand
min nedihêşt
li ser textê
wêrekiyê
bibe fermandar
ku tirs
li feyda min jî bûna
min ew
diqewitand
lê bi tarîkirina
çirûska hêviyê re
ez bûme tirsonek
 
yadê
ez ne ji
serkeftinên neyaran
û ne ji
dostxuyayên
ku jahra zahferanê
bi me dane vexwarin 
ez ji
tênegihîştina  dîrokê
û bi rûreşî
ji zayîna wê
ditirsim
jîn û mirin cêwî ne
lê ji çikandina
kaniya hêviyê
ditirsim
ji qebeqeba kewan
û kenên roviyan
ji giriyê hechecikên me
ditirsim
 
 yadê
di belîka cîhanê de
nasname
bi sêdarê ve kirin
li nav dûkela dojehê
fetisandin
bi sîsirkan zimanê wê
dîroka wê
bi mişkan
dane xwarin
rengên wê
li goristana bêrengan
veşartin
Nêrgizên bihara min
bi zayîna jahrînî
çilmisandin
bi fermanên
bêmafiya Ehrîmanan
ez tirsandim
 
yadê
çirûska bihara min
bi kulîlkên Newrozê re
kujeran
di çavên gerdûn de
vemirandin   
xewnên min kuştin
baskên kevokên min
şikandin
ramanên min
şevekorî kirin
xeyalên min
ber avêtin
hêviyên min
sitewr hiştin
sitewr
 
16.02.1999
Seretof/Rosiya

 

 

 

 
 
 
 

 

   
 

Webstats4U - Free web site statistics