|
|
 |
|
|
 |
|
|
|
|
|
|
-1- Deh heyvên ji destên daliqiyayî,
ji haw-haw ketî, dişemitin…
ji esmanê lepê min.
ji germa xwêdanê, xwêdana destekî werivî,
di evîna tiliyên bilyayî bi helbesteke şikestî re
ku xwe berhevdike, xwe yekdike da xwe diyarî
sengekê bike û di bin çengekî de xilmaş bibe.
-2-
Deh heyvên ji destên daliqiyayî,
hêjî dadiliqin weke ku xwe bergorî asoyên
bin neynûkên min dikin, da xwe bi keskesor kin
û xwe tevneke xirboqîkin li çavê milê min yê
hov û bêgane.
-3-
Deh heyvên ji destên min daliqiyayî,
xêzkên evîna di kortika destê te de biyayî,
bi lez dixwîne, da qeftika wî zevt bigire
û xwe û te û dest û deh heyvên ji dest daliqiyayî
pirî gerdûna Organan bike
-4-
deh heyvên ji destên min daliqiyayî,
bi ser cama pencera te de noqdibin, da li şeva te
û çîrokên destê razayî û tiliyên ku xewnan li ser
piyê te rêzdikin bihishise.
-5-
deh heyvên ji destên min daliqiyayî,
stêrka pêşemîn ku ji reşka çavê te rijiya,
li ser destikê deriyê we dihêlin,
da destên te-bi çirisîna zengil re-
destên te li tariyê bilikumin…!!
-6-
Deh heyvên ji destên min daliqiyayî,
li destekî verqilîn û…
li ber derî…
li ber derî rijiyan…,
belawela bû…
milwanka te…!!
|
|
 |
 |
 |
|
|