Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

Bavê bê dayik zayi

Helbest

Kamran Simo

 
Auslender beg
Helîm Yusiv
 
Cejna mamoste
Ebdilqadir Egîd
 

 

 

 

 

 

Şakiro yê Dengbêj

 

 

     Kawa Şêxê

 

Ji ber ku telefona me li malê tune, û tenê di gund de telefona mala muxtar heye ji ber wê me hemûyan numara wê dayê mervên xwe yên derveyî welat da ku têkilyên me di riya wê re çêbibin û ew sibeh qet ji bîra min naçe dema qîza muxtar hat ji min re got were ser telefonê Luqman dixwaze bi te re bi axive û keçik hêrsbû di ber xwe de bi dengekî tê bihîstin digot: me got bera li ba me bigerin; me ne got vê şeveqê nehêlin em ji xwe re razên ma wisa dibe..?

Çavê min li xew bûn, wek ku min ew di xewn de didît lê dîsa ban min kirin ez şiyar bûm û bi lez ez cûm mala muxtar .

Dengê Luqman ji dûr dihat, li min pirsî, li gund pirsî û min lê pirsî lê ez ji darekê ketim dema ku ji min re got ez ê vegerim li benda min be sibe seet yekê nîvro ez ê li palafirgehê bim

- xêre, çi heye .... tê çima vegere.... qey tê were tetîlê ?

gote : na ezê bi yek carî werim, ew min dişînin, çîroka min dûvdirêj e ez ê ji te re bêjim dema ez werim .

Telefon girt û riya pirsa li min vekir, hezar pirs li dora serê min dizîvirin wek refek mêş li dora termekî mirî û min tu tişt fêm nekir min got belkî xewn be, ez cûm malê, barekî giran li ser milê min bû…..

- çi heye? diya min ji min pirsî

- çi heye? ez jî nizanim Luqman telefon kir ji min re .

Diya min hêrs bû, qehirî: erê ew çûye îcarê ji xwe re li hevalan digere, me bawer nekir te çûna xwe ji bîr kir dîsa tîne bîra te!!

- dayê hela bêna xwe fireh bike

- ez bêhna xwe fireh nakim, dibêje çi? dibêje pir xweşe ne wisa dibêje zû were wê hingivê van welatan xelasbe û tu naghêje ser, yan jî dibêje min Marsîdisek kiriye bera Marsîdisa wxe di ca xweke û bera dev ji me ber de erê ji berê de .........!!??

- dayê Luqman dibêje ez ê vegerim ......!!

- derewa dike te dixapîne .........!!

- sibe wê bighîje vêderê .........!!

Diya min bê deng ma, wek tu tasek ava sar bera ser serê wê de û bi dengekî qeto qeto got : si....be.....tê......!!

- Erê sibe tê û ez jî nizanim çima, tenê got çîroka min dûvdirêje ez bêm ez ê ji te re bêjim.

Tiştekî nayê bawerkirin çawa wê vegere? dibe ku tiştekî normal be dema ku yek xerîbiyê tehmûl neke, bisernekeve, rewşa wî ya malê were guhertin, vegere mala xwe lê ne Luqman, ne lawê apê min yê ku ez wî ji kefa destê xwe bêtir nasdikim!!??

Luqman çîroka wî ji serî de nayê bawerkirin, rehmetiyê bavê wî - yanî apê min - dengbêj bû, pir ji stranên dengbêjan hezdikir û ji nava dengbêjan ji Şakiro ê dengbêj bêtir û bêtir hezdikir, eger bibhîstaya ku kasêtek şakiro li ba yekî heye wê xwe bighandayê heger li Heleb û Beyrûtê baya û wê hewil bidaya ku ji xwediyê wê bikire an bistîne û eger herdu jî nebûna wê kopî bikraya û banya mal û wisa wê li malê lê guhdarî bikra ta ku hemû ezber bikra û zanîbû bê di ku de şakiro behna xwe ve dide û kengî berdewam dike û timî digot : tu kes bera piştî şakiro nestirê . digot heyanî bi bêhnvedana wî hostetiye û hingî ku timî kasêtê şakiro ji ser teypa wî dernediket û ne vedmirî zarokên wî di dergûşê de li ser dengê wî radizên û hişyar dibin heyanî ku hîn bibûn nema bê yî wî radizan û berî ku hînî axaftinê bibana, hînî kilamên wî dibûn û ji nava zarwên wî Luqman derket yê ku herî bêtir jê hezdike ji lewra piştî ku apê min mir her yekî ji zarwên wî tiştek ji xwe re birin û Luqman kasêtên wî ji xwe re birin û yê herî razî Luqman bû .

Lê dîsa jî Luqman riya bavê xwe şopand û berdewam kir û hîna kasêt topî ser hev kirin û di ber yên şakiro re yên dengbêjên din jî anîn .

Kasêtin Şakiro li ba Luqman hebûn Şakiro bi xwe nebhîstibûn, erê ji ber ku pir kesan hewil didan wek Şakiro bêjin û Luqman yên sexte ji yên rastî nasdikirin lê tevî wisa jî her du di-anîn ba xwe û wî jî wek bavê xwe digot : valaye çiqas hewil bidin wek Şakiro bêjin nikarin kes wek wî nizane bêhna xwe vede, heyanî bi bihn vedana wî hostetî û melodiye .

Û ji nişkave tê bîra me hemiyan çawa li serê Luqman xist ku here europa lê perê wî tûnebûn û jê re bû kurmek, civatek nema û têde behis nekir, kesek nema û alîkarya wî nexwest û dema ku çare nedima, diçû malê û li Şakiro bi dengekî bilind guhdarî dikir û dema dengê wê dihat bavê min digot : xuyaye Luqman hêrs bûye ji dengê teypa wî xwiyaye, wek rehmetiyê bavê xwe ew jî wisa bû, dema hêrs dibû li Şakiro guhdarî dikir û dema ku kêf xweş baya dîsa jî dengê teypa wî li gund gişî bela dibû, tê bîra min - bavê min berdewam dike - tê bîra min ku rojekê şînek an ji tiştekî xerab li gundê me cêbûbaya bavê Luqman radihişt kasêtê xwe û di çû derek dûr lê guhdarî dikir û dihat û roja ku diya me mir piştî ku me ew veşart, em vegeryan gund carekê me dî ku bavê Luqman nema xwiya ye û piştî du seetan hat, min jê pirsî :

-tu li ku bû xelk dirin û tên

-ez çûbûm îşekî min hebû, gerek ez bi çûma !

lê min destê xwe avêt bêrîka wî û min kasêta şakiro jê derxist, li min nerî û bi çavekî têr giryayî got :

-tu zanî dermanê min ew e ya na ez ê bi teqim, û çû hindir û anha Luqman jî rêça wî dişopîne dema ku rê li ber wî tên girtin li malê rûdinê û li Şakiro guhdarî dike û her kesî ev rewşa wî zanîbû û her kesî jî zanîbû ku Luqman Şakiro bi tu tiştî ne diguhert. ji lewra ew şeva ku jiyana Luqman guhert ji bîra min nare .

Civat li mala apê min geriya bû û em hemû li wirbûn apê min ji Luqman re got :

- tu nema karekî dikî heya xaniyê xwe tu nema diseyinînî ?

- hûn hemû zanin ezê herim Europa . Luqman lê vegerand

- ka çima tu naçî ma tu li benda çiyî?

- perê min tunene, ger yek perena bide min, ez herim ezê jê re bişînim

- tu here û tê bíçîne ! tu bawerî ku pere li wir kom kirîne hema tu herî tê ji mere bişînî?

- lê ez çi bikim ?

- xwe tev bid, carakê bibîn .

- ez geriyam û min nedît .

- naxwe ji bîr bik .

- ez nikarim .

- ma heya mirinê tê wisa bî, ma çêdibî ?

- çare jê pêv tune .

- çarak heye, tu jî wek vê xelkê tiştekî xwe bifroshî .

- tishtekî, ma ciyî min heye ku ez bifroşim ?

- tishtek heye .

- ev xanî ye ? wê kî bikire ?

- na, na, ez ne ser xanî dibêjim .

- tu çi dixwazî ?

- kasêtên te, kasêtên xwe bi de min ez ê pera bidim te û tê here û kengî perê te çêbûn û te perê min li min vegerandin ez ê jî kasêtên te li te vegerînim !!

Gava apê min wisan got çavên Luqman sorbûn û tu bersiv neda, hema rabû bê deng û ji mala wî derket çû mala xwe, hemiyan gazin ji apê min kirin, bavê min jê re got: ma tu çi jê dixwazî? Tu zanî ne ew kasêtên xwe dide te û ne tu jî di ber kasêta de pera didê !! apê min lê vegerand: bi rastî ev bû demek ez di rewşa wî de diramim û halê wî pir xerab bûye lê ji ber wesêtiya bavê wî ez mecbûrê alîkariya wî me, û ji ber vê jî min xwest ku here, lê ne here wek yekî ku li kêfa xwe bi gere, eger ew kasêtên xwe bi hêle wê timî di wan de mijûl bibe û wê hewil bide ku vegerîne wê çaxê wê mecbûre kar û xebatê be, we ji min fêm kir ??

ez bi dû Luqman de derketim ji ber ku ez hevalê wî yê herî nêzîk bûm, min dît va li malê ye û li Şakiro guhdarî dike kasêt qedya, cavên xwe vekirin li min nerî, min zanîbû ku bêhna wî fireh bûye, min jê pirsî :

- ma tu çima rabû, mane em ji xwe re di-axivîn ?

- ma te apê xwe nedît bê çi dibêje? apê min bi destê min yê dêşe digre, ew zane ku ez kasêtên xwe nadim bi malê dinyê .

- lê çûna europa bûye mereqa te yî herî mezin û apê te xwest alîkariya te bike .

- çawa? min fêmnekir .

- ma tu here û tu bixebite kengî tu bixwaze tê dîsa kasêtê xwe vegerîne tenê gerek tu perê wî bidê .

Luqman mijûl bû di gotina min de, wê şevê ez û Luqman em di rê de , dirêj axivîn bê çawa her kesên ku diçin divê tiştekî xwe bidin, çûna Europa ne wisa rehete û gerek meriv tiştina li ser ke û rêça ku apê min dayê ber wî ya herî rehete ji ber ku wê dîsa lê vegerîne dema ku perê xwe bide û dema ku Luqman bi çîrokê bawer bû ji min pirsî

- ma tu dibêjî heya ku ez perê wî bidim, wê kasêtên min hemûyan xeranekin ?

- na, na, xeranakin ma çawabû , ez ê bi xwe ji te re li wan miqatebim, bi soz .

Luqman rabû ser xwe pişta xwe da min berê xwe da kasêtên xwe û kûr, kûr mijûl bû gihîşt dereke dûr, min ew di xeyala wî de hişt û ez bi dizî derketim û ez çûm razam .

ya dinî rojê Luqman kasêtên xwe hemû dan ser hev û pakêt kirin û birin mala Apê min, apê min ecêb mayî!! ma dema ew wisa dît, me jî hemûyan jê re got gerek tu li gora sozê xwe bî û apê min jî tu çare li ber xwe nedîtin û wisa çêbû me dît hema Luqman li Europa ye her demekê telefon dikir û li rewşa me û ya kasêtên xwe dipirsî pêşiyê digot rewşa wî xerabe lê berî sê çar mehan telefonkir û got ku rewşa wî çêtir bûye û anha li kar digere û bi cî bûye û berî mehekê dostekî wî hat û ji me xwest ku em jê re kasêtekê ji yên wî jê re bişînin tenê yek bi dengê Şakiro û me şand û êdî vaye îro dibêje ez ê vegerim, çima ? xwedê zane !!

Roja din ez li benda wî bûm gihîşt silav da min , hêrs ji cavên wî dilop dikirin, çû mala xwe, bi tu kesî re neaxivî, apê min jê re kasêtên wî şandin wî jî lê gehdarîkir û piştî çend seetekî pencerên xwe vekirin û dengê Şakiro dîsa belabû, min naskir ku bêhna wî firehbû û wê anha karibe bi-axive, ez rabûm çûm ba wî, hêdî, hêdî Luqman bi xwe ve hat û ji min re got ez bawer im anha hûn hemû li benda çîroka min in, ez ê ji te re bêjim bê çi bi min re çêbû .... ez ji vir çûm ez xistim kampekê de, hemû miletên dinyayê li wir hebûn ez û Afgana em di yek odê de bûn Efrîkiyên reş, Ereb, Hindî, û rûs bûn û hemû miletê dunyayê li wir vehewyabûn paşê ez mehkeme kirim û ji min pirsîn : ma tu hatiye çi? min jî hema rast jê re got: ez hatime bixebitim, gerek ez perê apê xwe bidimê û kasêtên xwe vegerînim . ji min re gotin nabe û rûniştandin nedan min lê ez şandim bajarekî din û ez xistim oda yekî kurd de ez çawa derbasî odê bûm min jê pirsî :

- bira ma tu kurd î ?

- erê heval, ez kurd im !

- navê te bi xêr ? min jê pirsî .

- Serbest .

- ma kasêtê Şakiro ê dengbêj li ba te hene ? min jê pirsî

- na, li min vegerand û berdewam kir : ma Şakiro kî ye ?

- ma tu Şakiro nasnakî ?

- na !!

- ê naxwe ne bêj ez kurd im bavê min !!

Û ez derketim, ez mam li kolanê ta nîvê şevê ez vegeriyam oda xwe min dît Serbestê min razaye min di dilê xwe de got: hîn çêtir ! ez razam û ya dinî rojê min dît namak ji min re hatiye ji dewleta Elmana dibêjin gerek ez karê xwe û çûnê bikim wê min bişînin welatê min, Serbest ji min re got: biner heger rewşa te gihîsşt vê derê îcar tenê yek çare li ber te ma gerek tu bizewice bi yek Elman re da ku tu karibî li vir bimînî.. yana rewşa te xerabe û min xwe fêrî çend gotinê zimanê wan kir û ez geryam di riya xelkê re min yek dît û şensê min pir baş bû dema qebûl kir ku kaxezê min çêke û şertê xwe bi min re danî ku qet çê nabe ku ez bi ser de bi qîrim an jî dengê xwe lê hildim, min jî qebûl kir û min gote temam; ez ê wek te bikim û êdî ez ji rewşekê derketim û ketim yek din xaniyê min çêbû jina min çê bû erê min xwe xerîb didît lê dîsa jî ji berê çêtir bû û min li bajêr kurd naskirin û her min yekî kurd nasdikir, min jê dipirsî : kasêtên Şakiro li ba te hene ? û dema digot na min têkiliyên xwe pê re bi sînor dikir û wisa heyanî ku rojek hat yekî li deriyê min xist û ji min pirsî : bira ez ê herim welêt eger tiştek ji te re gerek be ez amade me . ê ma ez ê çi jê bixwazim

- tenê kasêtek Şakiro bira ji kerema xwe re ji malbata min re bêj wê ew bidin te .

û bi rastî jî anî, min sibê, nîvro û êvarî lê guhdarî dikir, ez pê re di ketim xeyalan de ez bi biskin tenik dirêsiyam û li van newal , mesîl û deştan digeriyam ez diçûm ser gora bavê xwe û dihatim û wisa ez pir kêf xweş bûm ta rojekê tiştek bi serê min hat, ez hatim malê, ez li kasêta xwe geriyam min nedît!! min dît carekê di teypa jinka min deye û xistiye guhê xwe lê gudarî dike û xwe pê re dihejîne, min zanîbû wê rojekê ev dûnya mafê Şakiro bidê biner ev jinika Elman çawa lê guhdarî dike û xwe pê re dihejîne, ax Serbestê bênamûs ez te anha ji ku bînim!! Qaşo ka tu kurdî; te digot ma Şakiro kî ye? min ji jinkê pirsî : xweşe ?

Min dî bhîstokên xwe ji guhê xwe derxist û ji min re got : ha tu hat ? were guhdarî bike li kasêta min bê xweş e? ya na !!? min guhdarî kir mûzîkek din biyanîbû..... wa .... min bawer nekir ...ev îcarê çawa çê bûye .... min got belkî kasêta min be lê derket ne ya min, min li kasêtê nerî ew bi xwe ye min jê re got : te ev kasêt ji ku anî ? gote na bêje min xweşe an na ? bêhina min teng bû, min jê re got: xweş e, xweş e, ka ji min re bêj te ji ku anî ?

Got : min îro qeydkir konsertek li ser radyo yê hebû, ez li kasêtek vala geriyam, min ev dît û min li ser qeydkir ......!!??

Min ji guhên xwe bawer nekir, min got: ma ev kasêt vala bû ? gote erê, min vêxist tu tiçt tê de tunebû min wergerand aliyê din jî tu tişt tê de tunebû û min hema li ser qeyd kir ......

Min nema ber xwe dît min naskir ku ev qîza kerê li bêhinvedana Şakiro rast hatiye min got ê : lê te bêhna xwe fireh bikra tê zanîba ku kasêt ne valaye !! gote min : ooh wextê min tunebû ez li benda yekî bim xewa mero li ber tê ma ew jî muzîk e meriv lê guhdarî bike…!!û xwe bi gotina xwe re dihejand û dans dikir .

Dunya li ber çavê min reş bû û min hêdî rahişt teypa wê û heya xwedê hêl da min; min di nava serê wê de lêxist û min got : ev heyfa Şakiro . xwînê go ji te re û nema sekinî jinkê gazî polîsan kir, ew çandin nexweşxanê û ez jî şandim zindanê.. .

Ez sê rojan di zindanê de mam roja çaran, min dît yekî polîs kete hundir de û pasporta min di desta de ye û got e min : jina te tu berda û dewletê biryara şandina te stand, sibê firok di fire welatê te, tê pê re here .

Û tenê hiştin ez telefonê ji te re vekim û ji te re bêjim ku ez têm û ya dinî rojê ez ji destekî dam destekî û şandim vir û va ye ez li ba te me

Min got e Luqman : bi rastî bêje ma tu poşmanî ?

gote: na min heyfa Şakiro jê re nehişt bes bû, ma qey ewê kerê nizanîbû di nav re bêhna xwe ve dide û bêhnvedana Şakiro hostetî û melodiye...

Ez hatim ku ez derkevim Luqman ez girtim li ber derî ez sekinandim û ji min re bi dengekî kûr got : lawê apê min ne xeyide; ne Şakiro da, Şakiro stand, bera canê te sax be .....ez derketim ji ba wî û min derî li dû xwe vekirî hişt û dengê şakiro bilind û bilind bû ta li gund gişî belabû

 

 

Kawa Şêxê

Bad Oeynhausen

24-08-2004

 

 

 

 

 

 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics