|
Ez ji xwe re
dibêm nivîskar.
Çi nivîskar û çi
hal! Pirsek
Gandî heye. Di
sala 1947’an de
ku (gelê) hind
ji bin destê
îngilîzan xelas
bû, Gandî ji
xortên hindiyan
re wiha dibêje:
"Lawo hûn ji me
bi siûdtir in.
Hûn ê ji îro pê
ve di nav
hewayeke binamûs
de mezin bibin;
lê yê me, em di
nav hewayeke
bênamûs de mezin
bûn."
A min jî wilo ye, ez
yeqîn dikim ku ez di
nav hewayeke binamûs
de mezin bibûma,
belkî bi rastî ez
bibûma nivîskarek.
Belkî yekî mezin jî.
Heke niha tiştik
miştiknan dinivîsim,
wekî malê qaçaxçiyan
bi tirs min pêde
kiriye û bi tirs
difroşim.
Ji bo vê kirîn û
firotinê çiqas
malê min hatiye
girtin û çiqasî
ez ketime hebsan
û çiqas zemanê
min bertelef
çûye? Gelek
caran heval ji
min re dibêjin.
Tu çawa wilo kin
nêta xwe pêk
tînî? De ka ez
ji we re bêjim:
Min li "Adana
Erkek Lisesi"
xwend. Mamosteyê
me yê edebiyatê
Arif Nihat Asya
bû. Di wextê me
de xelperest bû,
heta xelkê hemû
bi çavên
komunîstan lê
dinêrî. Belê
rehmetî vê
taliyê Turkeşçî
derket. şaîr bû,
du kitêbên wî
hebûn. Navê yekê
"Ayetler" bû û
navê ya din jî "Hadisler"
bû. Fikra xwe li
gor gotina wî
yanî wek ayetên
Quranê û hedîsên
pêxember kin û
bi mane dinivîsî.
Di dersên xwe de
mesel didan me û
digo bi pazde
pirsan û bi bîst
û pênc pirsan û
bi pêncî pirsan
hûnê bexçe îfade
bikin. wextê ku
me dinivîsî, wek
telgrafan me
pirsê xwe
dihejmartin. Van
şeş salan
rehmetî wilo bi
me daket. Ez
texmîn dikim ev
kurt nivîsandina
min piçekî ji wî
tê. wekî din jî
ez difikirim ku
nivîsandin
qabiliyeteke
xwezayî ye.
Mesela 40-50
hevalên min ên
wê sinifê hebûn,
yek ji wan nebû
nivîskar. Belê
ku cewher di
însan de hebe,
hedîse dibe
sebeba derketina
wî cewherî.
Çima dengê hin
însanan xweş e,
çima hin însan
şaîr in, çima
hin însan
sazbend in? Kes
nizane çima. Erê
xebat jê re divê;
lê ew cewher pê
ve heye. Ez
yeqîn dikim niha
hûn min bikujin
ez nikarim li
zirnê xim. Ya
din jî di şiklê
nivîsan de ji
van nivîsandinên
min re dibên
mîzahên siyasî.
Yanî mirov zilma
ku li mirovan
dibe, bi henekî
dibêje. Berî
niha bi çend
salan hin jî
zilm pir bû,
rebenên
nivîskaran
nikaribûn bi
henekî jî zilma
zaliman bigota.
Êdî heywan
diştexilandin.
Wekî Kelîle û
Dimne, wekî La
Fontaine û wekî
din jî di nav
xelkê de çîrokên
guran, şêran,
rûviyan û
kerûkîroşkan û
ên din. Xeyala
xwe bidinê di
çîrokan de wexta
ku nivîskar qala
zilma şêr dike,
bi pesin dibêje,
eman mîrê min,
tu çiqas spehî
dikujî, bi
lepekî tu wan
diperçiqînî.
Rûvî tim wekî
siyasetçiyên me
yên niha ne. Bê
yê me çawa îro
dikevin bin dûvê
paşan xwe xelas
dikin, rûvî jî
tim di bin dûvê
şêr de ye,
xulamê wî ye yê
ku di bin lingan
de dire, di
çîrokan de tim
kîroşk e, berx û
beran e, carna
jî ker e. Tu li
tarîxê binêre,
dinya pir
nehatiye
guhertin. Îsal
700-800 sal hin
bi zorê rûvî
bûye Coşkun
Kýrca.
Bi vî hawî ku
min çavên xwe di
zilmê û di bin
cizma zordaran
de vekiriye, ez
yeqîn dikim ev
tesîr jî di
nivîsandinên min
de ne.
Ez dinêrim bi
hezaran min
nivîsiye; lê
kêfek maçîkînek
heta wincekîk di
yekî de tune ye,
hemû bi derd û
êş in; lê carna
ji tirsa re ez
bi henekî
dibêjim. Kanî
pirsek tirkan
heye, dibê: "Guleriz
aglanacak
halimize." Yanî
halê me ê girî
ye em pê dikenin.
Pirsek ereban jî
heye, mêrik bi
zorê kirine
koçek ji şêx re
dilîze, di
stranên xwe de
dibê: "Li min
nenêrin, nebêjin
bê ez ji kêfan
re direqisim, tu
serê kevokekê jê
kî û bavêjî erdê,
ew kevok jî dike
pirpirt, mirov
dibêje qey ji
kêfan re dilîze.”
Mîsaleke din jî
heye, erê şerm
e; lê kalikekî
me heye, berî
niha bi 1600
salî wiha gotiye
Marmeta: "Tiştê
ku li dinyayê
dibin û hene, ku
mirov binivîsîne,
ne şerm û ne
gune ye." Dibê
Sultan Ezîz hez
ji lawikan dikir.
Li Stenbolê bi
spehîbûna xwe
deng bi lawikekî
cihû ketibû.
Sultan Ezîz dibê
illeh hûnê wî
lawikî ji min re
bînin. Lêwik jê
re tînin, emrê
Sultan. Sultan
Ezîz pêlewan bû.
130 kîlo bû û
lawik jî wek
çêlikê xezalan
e. Tembîhê li
lêwik dikin,
kuro binêr ku
Sultan nêzîkî te
bû, tu neke car
bar, talî wê
serê te û yê
bavê te jê ke.
Lêwik nav lepê
Sultên. Xelîfê
Pêxember diçe
cem lêwik, ruhê
lêwik dire û
nikare bike
qêrîn jî; lê
cihû di hemû alî
de bi aqil in.
heta ku jê tê
dibê: "Padîşahim
çok yaşa!" yanî
bijî padîşah. Ya
me jî wek vêna
ye. gelek caran
em êşa xwe jî
incex bi pesnê
wan karin îfade
bikin.
Ez yeqîn dikim
heke hûn ji min
re dibêjin
nivîskar, bi vî
hawî ez bûme.
Hûn ji min re
sax, hûn ji min
re sax.
(25 Nîsan - 1
Gulan 1992)
|