|
Jidayikbûn û Zaroktî
Cegerxwîn bi navê Sêxmûs ji
dê û bavekî
gundî-cotkar-belengaz di sala
1903an de li gundê HESARÊ hatiye
cîhanê, ji (11)de xusk û bira
tenê sisê mane: Sêxmûs, Xelîl,
Asya. Di sala 1918an de bavê wî
Hesen li bajarê Amûdê serê xwe
danî û çûye ser heqiya xwe. Di
sala 1919an de li gundê
Bêdir-Memo diya wî Eysan ya
heftê salî jî serê xwe danî û
çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn
pêlakê li cem xusk û birayê xwe
maye.
Jiyan û xebata li Binxetê
(Kurdistan a Sûriye yê)
Di sala 1920an de çûye
xwendegeha olperestî û çend
salan li ser hev li Kurdistana
Sûrya yê, Îraq û Îranê jî li
xwendinê geriyaye û rewsa gelê
Kurdistanê bas nas kiriye.
Di sala 1927an de keça xalê
xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê
ji xwe re tîne û li Amûdê bicî
dibin.
Di sala 1928an de xwendina
xwe qedand û îcaza xwe wergirt û
bû melayê gundê Hazda jorî û di
wê salê de dîwana xwe ya yekemîn
nivîsiye, ev dîwan winda bibû û
berî 3ê salan ketiye destê me û
heta îro nehatiye çapkirin.
Di sala 1936an de, Cegerxwîn
bi çend malên gundiyan ve du
gund li jêrê avaniyê
avakirin(Çêlek û Cehenem).
Di sala 1937-1938an de,
Cegerxwîn û hevalên xwe
Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê
ji xortên kurd re vekirin û
komela wan gelek berepês çû, lê
bi navtêdana hin mirovên nezan û
dijminê miletê kurd Firansizan
ew komele girt.
Di sala 1946an de Cegerxwîn
mala xwe ji gund guhaztiye
bajarê Qamislo û ketiye nav
pêlên rêzanî û siyasetê û di wê
salê de Civata Azadî û Yekîtiya
Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed
Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr...
Di sala 1948an de Cegerxwîn
bûye hevalê Partiya Komunîst a
Sûrya yê. Di sala 1949an de cara
yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye
girtin. Di sala 1950an de
Cegerxwîn dikeve Civata
Astîxwazên Sûrya yê û di hundirê
wê de kar dike. Di sala 1954an
de Cegerxwîn ji hêla komonîstan
ve bû namzadê perlemana Sûriya
yê.
Di sala 1957an de Cegerxwîn
ji komonîstan dûr dikeve û di wê
salê de Cegerxwîn û hevalên xwe
rêxistina AZADÎ sazdikin û pistî
pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe
rêxistina xwe fesix dikin û bi
Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin
yek.
Di sala 1959an de Cegerxwîn
direve Îraqê û sê salan li wir
dibe mamosteyê zimanê kurmancî
li Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî.
Di sala 1962an de hukûmeta Îraqê
bera Cegerxwîn dide û ew û
zarokên xwe vedigerin Sûrya yê,
Cegerxwîn tê girtin û pistî
pêlakê tê berdan.
Di sala 1963an de dîsa
Cegerxwîn tê girtin û dikeve
Zindana Mezê li bajarê Samê, lê
pistî pêlakê tê berdan lê wî
nefî (Surgun) dikin û disînin
bajarê Siweyda nav Durziyan, lê
pistî pêlake ne dirêj tê berdan
û vedigere bajarê Qamislo yê.
Di sala 1969an de Cegerxwîn
diçe Kurdistana Îraqê nav sorisa
kurdî û nêzîkî salekê li wir
dimîne. Di sala 1970yî de
Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê
vedigere Sûrya yê. Di sala
1973an de Cegerxwîn direve
Libnanê û dîwana xwe ya sisyan
KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya
li wir çap dike. Di sala 1976an
de Cegerxwîn vedigere Sûriye yê
û heta sala 1979an li wir dimîne.
Li Swêdê
Di sala 1979an de Cegerxwîn
ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê
û pênc salên xwe yên dawî ji
jiyana xwe li Siwêdê derbas dike.
Di 22-10-1984an de li bajarê
Stockholmê Cegerxwîn serê xwe
danî û çû ser heqiya xwe.
Cegerxwîn di hewsa xaniyê xwe de
li bajarê Qamislo yê hatiye
vesartin. Zarokên wî yên ko li
dû xwe histine du kur û çar keç
in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn,
Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes
in. |