|
|
|
 |
|
|
 |
|
|
|
|
|
|
|
Hozanên Cegerxwînî yên
çapkirî

Cegerxwîn
|
|
|
|
|
AGIR Û PIRISKEN DIL Û
DIWANA CEGERXWÎN
|
Agirî tev agir e, dûrî
herin dijwar e ew
Ne agirê îsal e, lê
agirê sedsal e kevnar e.
Gava çavên te lê dikevin
bi şewq û şemal,
Tu dibê qey qurix e, lê
ne qurix e tev ar e.
Bi xwendina wê xew dibî
dijminê çavên reş
Şev tev diçî, lê tu dibê
hê êvar e.
Ne dê û ne bav, di bîra
te nayên kes;
Wek jana zirav e, lê
mêrkuj e, wek mar e.
Ne xwezî bi wî ko carek
lê binêrî bes;
Şadî, dijmin û tim bi
qîr û hawar e.
Rêça wergirtina taca
keyan didî ber te, lê
Ew rê bi çiyakî bilind
ve diçî berwar e.
Ew agir, agirê dilê
Cegerxwîn ê pir geş
Rojek heye bavêjî riwê
dijmin, naçar e.
|
| |
|
|
|
|
SERXWEBÛNA MIRÎŞKAN
|
Li welatê me xerza,
Dîkek hebû şareza.
Rokê çû nav dîka,
Ji wan re go hêdîka:
Rabin bêjin mirîşkan,
Bes xwe bidin enîşkan.
Dîk û mirîşk bûne kom,
Berê xwe dane cem bûm.
Leşker tev bûne lek,
Hin çeleng û hin kulek.
Berê xwe dane çolê,
Tevlî koç û tev êlê.
Teyra di ko nagehan,
Hatî leşkerkî giran.
Tevde firîn ji malan,
Berê xwe dane balan.
Ew jî li hev bûne kom,
Yekî rabû gote bûm;
Ey padîşahê teyran,
Wey serbilindê Tûran,
Rabe ser xwe tu mîro,
Ji bo me bêje îro;
Ev leşkerê bê jimar,
Gelo heye jê zirar.
Bûm kenî û gote wan;
Bakin bazê pehlewan.
Hudhud rabû serferaz,
Wî çû bi lez gote baz
Go rabe ey tu bazî,
Şeh te îro dixwazî.
Baz çû cem şeh li banî,
Destê xwe l´ser hev danî.
Go ey xwendekarê min,
Zû li min ke barê min,
Bûm gote bazê xwînxwar,
Bi lez rabe here xwar.
Bazî rabû weke şêr,
Firek da xwe hate jêr,
Bazê terî bi rêşî,
Hate cem dîkê pêşî,
Destê wî girt û hejand,
Nitqek jê re dirijand.
Olan sen nerelîsen?
Go em xelkê bedlîs in.
Sizin bûrde ne îş war?
Dîk xeyidî lê da dar.
Bazî şehda xwe anî,
Dîk jî darê xwe danî.
Go bi zor û bi gazin,
Em heqê xwe dixwazin.
Baz go kî ye serleşker?
Go tu nizanî ey ker,
Ez im paşa ez im mîr,
Ez im şahê cihangîr.
Bazî çû cem dîkê dî,
Dî ko ew jî wekeî wî.
Tevan go paşa û mîr,
Kesî ne go ez wezîr.
Nefer bûne yûzbaşî,
Heta giha ê paşî.
Bazî rabû çû banî,
Li ber destê bûm danî.
Tilûr tev lê bûne kom,
Qale ya ey-yûhel qewm.
Ev hatine ji mala xwe,
Divên istiqlala xwe.
Bûm go bazê dilawer,
Gelo kî ye serleşker.
Go tev paşa û mîr in;
Bê wezîr û gizîr in;
Bû hêdî rabû ser xwe,
Taca xwe da serê xwe.
Go bi taca serê min,
Rabin wek pehlewana,
Dê em herin ser wana.
Hatin teyrên dubirak,
Bakirin kund û qirak.
Go hon werin binêrin,
Ka em îro çi mêr in,
Dîka xwe da enîşka,
Bû qidqida mirîşka.
Go fermana we rabû,
Koma we j` hev bela bû.
Ê ko kuştin ê ko man;
Hatin gundan bê goman.
Wan jî weke me kurdan,
Destê xwe j` ber xwe
berdan.
Elok û tûtik û qaz,
Tê de bûne belengaz.
Tev de ketin koxê rê,
Çîroka me ji we re xweş.
Wek seydayê Cegerxwîn,
Hemî bûne dilbirîn.
|
| |
|
|
|
|
PÎRA TORÊ
|
Hikişîme çûme jorê her
du rex min bend û rez,
Min dî pîrek tê ji Torê
ker di ber de tê bi lez.
Hate nêzîk rojbixêrek da
û wek min dil bi xem,
Pîre bî bû por-sipî bû
taqî-reş bû rû gewez.
Min ji pîrê xweş dipirsî
ey metê tu ji kû ve tê
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê,
xûniya romê me ez.
Xan û eywan kirne wêran,
mêr û jin serjê kirin,
Min go pîrê qey tu kurdî?
çûye tilyên xwe bi gez.
Belkî benda rez bi guh
bit dengê xwe pir
hilmeke;
Pir ditirsim ez ji derbê
singûyê roma teres.
Min digot, axa û beg; wê
go kurê min guh medê,
Ew şivan in sermiyan in
dane gur wan col û pez.
Min kurek tenha heye ew
şandî bajêr medresê,
Wî du sê pirs bo me
gotin pê helandin cerg û
bez.
Gotî dayê em dixwînin
wek Cegerxûn gotiye;
Zû bixwînin hev bibînin
biçne Kurdistan bi lez.
|
| |
|
|
|
|
GULFIROŞ
|
Ez ji xew rabûm,
gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi
dil didî.
Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan
û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi
dil bidî.
Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi
ser nadim,
Ê gulperest bî, can û
dil didî.
Dil bi kul didî.
Min go kî didî. Can û
dil bi gul,
Go ev bazar e, dil bi
kul didî.
Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil
kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi
gul didî.
Dil bi gul didî.
|
| |
|
|
|
|
Ey heval robson dengbêjê
cîhan |
Ey heval robson dengbêjê
cîhan
Paşmêrê selam zana û
insan
Gernas û rênas, dijminê
Dalas
Di ser ava re, di ser
çiya re
Rengê te ê reş tê ber
çavê me
Dengê te ê xweş xweş tê
guhê me
Ev xebata te didî me
hêrzan
Kêferata te didî me
lerzan
Ev tevgera te ji bona
insan
Pir jê ditirsin axa û
dehqan
Xwedî sermiyan ji te
ditirsin
Hemî xanedan ji hev
dipirsin
Dibêjin reşik çawa şiyar
bûn?
Destê hev girtin li ber
me rabûn
Dalas ditirsî weke
Mak-Arsî
Di ber piyan çûn pir tac
û kursî
Xwedî sermiyan serê xwe
hildan
Dibezin, dilerzin,
dicivin, direvin
Ji meydan...
Ey heval Robson!
Ne tenê reşik ketin bin
destan
Em jî sipî ne mane
perîşan
Reben, belengaz,
bindest,çarereş
Birçî û tazî, tev jar û
nexweş
Gunhê me çi ye, ne sûc
ne sebeb
Ketin bin destan ev Kurd
û Ereb
Zencî û Hindî em hemî
insan
Kê em hiştine wisa
perîşan
Nîzam, nîzam...
Nîzama hovan, ev nîzama
xwar
Nîzama faşîst em xistin
bin dar
Xwedî sermiyan, dezge
koledar
Em kirin bêçar, em kirin
bin bar
Kirin tar û mar...
Ey heval Robson,
Derdê min û te, ev derdê
giran
Zordestiya ko kete nav
cihan
Hin mezin, bilind,
dehqan xanedan,
Hin reben bindest mane
perîşan
Ji vî derdê me Markis
îngilis
Bûne du rêzan, bûne du
hozan
Lênîn Sitalîn rê şanî me
dan
Pale şiyar bûn xebat û
lebat
Roj hilat, roj hilat...
Xelas bû rojhilat
Roja sor, roja zer
Ji Mosko hate der
Tava xwe da Balqan da
Elman
Xwe berdaye ser Çîn, Çîn
Çîna mezin, Çîna giran,
şewqa xwe da Hind
Tev dagirt, cihan...
Ey heval Robson,
Karker û rencber, cotar
şiyar bûn
Reben perîşan bi hevre
rabûn
Bi tang û bi top, diçin
şer û ceng
Li her der qîrîn li her
der hewar
Li hawîr bû deng
Dixwazin azadî, serbestî
wekhevî
Narevin...
Lê dijmin ditirsî,
direvî,direvî..
Çi reşik, çi sipî,
belengaz bûn heval
Dikujin koledar-xwedî
gund, xwedî mal
Berepaş direvin bayloz,
xanedan
Malê wan malê wan,
Bû bela serê wan...
Tarîx, tarîx xiste nav
sînga wan
Dilê wan, çavê wan,
Ev kelem ev mîz...
Dicivin, dikevin, di şer
de direvin
Peykevin peykevin...
Ey heval Robson!
Me divê dinyake ko her
kes dewlemend
Dinya bû buhişt çi bajar
çi gund
Ji bo her kesî fersend û
mecal
Xwenda û zana, hozan û
delal
Qesra me bilind, bexçe
xweş û rind
Em tev de dilxweş li nav
dimeşin
Tilûr diqişin, cobar
dixuşin
Çuqlî dihejin, pelik
diweşin
Çiya pir bilind, dirêj,
girover
Tîrêjê rojê xwe berdane
ser
Dinya maye mişt, ji jîn,
ji evîn
Xweşî tev dagirt
Her kes, her tişt, her
der...
Ey heval Robson
Fermo em herin
Serbest bigerin
Bixun, binerin
Bibênin bipirsin
Zorker nemaye ji kê
bitirsin
Sinor nemane çibkin
peseport
Dilxweş û rûgeş hemî keç
û xort
Li vir xurînî bixun
hingivîn
Li Mosko taştê, firavîn
li çîn
Li Newyorkê şîv, li
London paşîv
Çi reş çi sipî tev bibin
kirîv...
Firek bidin xwe, em
herin Merîx
Destê xwe bidin şêrîn û
Zelîx
Zîka riwê te maçkî
bimijî
Tîna dilê xwe bi te
bikujî
Bêje ezbenî, bêje ezbenî,
Jola dikenî, Zika dikenî...
Dengê te ê xweş herkes
dixwazî
Wî dengê şêrîn...
Bêje ey heval, hevalê
delal
Bi saz bi qêrîn...
Bimrî koledar, bimrî
zordestî
Bijî azadî, bijî
serbestî.
Ey heval Robson!
Ev cîhana xweş
Besî teva ye çi sipî çi
reş
Divê derbas kin rû biken
û geş
Dewlemend serbilind,
Tev bi hev re rind...
Nemênin sêwî, birçî û
tazî
Ne kuştin, ne şer, ne
qîr, ne gazî
Bi hev re herin tev kar
û xebat
Heşt seet, çar seet, du
seet
Pir xweş e xebat
Bo milet û welat,
Ko bibin em bi kinc, bi
xwarin
Bi xanî, bi ronî, xwenda
û siwar
Li ber hev nanerin
Bûn heval, bûne dost,
bûne yar
Hovitî nema ye...
Tev xwenda, tev zana,
tev şiyar
Ev kevoka selam, pir
xweşik pir ciwan
Baweşîn, baweşîn bikî ew
li ser me li insan
Pir xweş e ev cîhan
Tev evîn, tev de jîn
Ax... Cegerxwîn
Pir xweş e ev cîhan...
|
| |
|
|
|
|
DÎWANA MIN DERDÊ MILLETE
|
Tu arî, yan ji te ar
dibarî
Tu derdê millet ê kurd ê
xezanî
Nikarin dest bidin te,
tev şewatî
Ne wek rengê meyê xoş û
ciwanî
Te pêkanîn sitemkar û
sitembar
Li xwar her dem dibarî,
tê ji banî
Belav bûyî li ser millet
me dahev
Bi dijwarî di vir de min
tu danî
Divê pesnê sitemkar û
sitembar
Bidim ko wan ji bona min
tu anî
Belê şayestê pesn û fort
û şabaş
Xwedî herdû ne, ê min
bes şivanî
Bibûna mey we yaxud rûyê
dilber
Li te her kes dinêrî
mihribanî
Hezar destên began êrîş
dibir te
Li ser masê dibû her şev
xuyanî
Bi te serxweş dibûn
maldar û xwînxwar
Bi dijmin re dinoşin her
zemanî
Begê zana û
milletperwerê min
Hero serxoş e, qedrê te
çi zanî
Ne tolaz û ne pûştî, ko
perên xwe
Li ber lingê te bavêjin
pirranî
Tu zanî beg ne şaş e, lê
li paş e
Bi dijmin re dilîzî
pehlewanî
Dizanî ko dizero lê
biderket
Nema fêde dikî jêre
giranî
Divê çalak û çapik bighê
dijmin
Şiyar bûne li her der
xwedyê xanî
Bi rev bazdaye lê pertal
bi destan
Li pey wî tim bi hawar û
fîxanî
Bi dengê te li wan her
kes şiyar bû
Te ew rengê diza zû xweş
deranî
Hezar sal e ko ev dêwê
mirovxwer
Li ser çavên me danîbûn
kitanî
Me tê re ew didîtin
rengê insan
Belê îro te ew perde
hilanî
Niha her kes bi wan zanî
ko Dêwin
Ji dijmin girtine nav û
nîşanî
Dikin nakin li wan nayê
veşartin
Xelas nabin ji ber
millet hesanî
Begê min! xem bi mey
nayên revandin..
Li hawîr xem li we
derbûne, kanî
Nikarin xweş bikin dil
ey gunehkar
Bi maçê lêvê sor û
erxewanî
Bibî xwîna dilê kurdên
belengaz
Li ser te pevdiçin axa
beranî
Dirêjî te dibin destê
sitemkar
Bi xwînxwarî dinoşin
qehremanî.
Bi talan te dibin bedkar
û xwînxwar
Nizanin ko çine zor û
ziyanî
Bibî toz û qirêja destê
cotkar
Te balêsin bi şaş û
axebanî
Te bistênin bi pars û
qullebazî
Qe nanêrin li malxo û
kebanî
Dizin, mal û hiş û bir
tev dizîne
Li ber çavên me bûne
Macelanî *
Li ber ava ye, roja
xwînxwar û diz
Li me derbûye rojek bê
nihanî
Ji wan re goreke pir
teng dikolin
Hejar û Bêkes û Hacî û
Xanî.
-----------------------------------------------------------------------
*Serdarê Deryavana ê
gerrok Macelan
|
| |
|
|
|
|
ŞAM ŞEKIRE WELAT
ŞÊRÎNTIRE
|
Welatê min tiwî bûka
cihanî
Hemî bax û bihişt û mêrg
û kanî
Şepal û şeng û şox û naz
û gewrî
Gelek şêrîn û rind û pir
ciwanî
Serî taca Silaheddînê
kurdî
Enî roje, di birca
asimanî
Du birhên te kevanên
Rustemê Zal
Du zilfên te ji tîrên
qehremanî
Riwê te agirê Zerdeşt û
Mezdik
Ji te hêstir şeraba
Kamîranî
Du lêvên te kitêba Hacî
Qadir
Zimanê te ji benda şêxê
Xanî
Çena te guhê Cûd û şax û
Hebler
Qirik eywan û taqa
kesrewanî
Di sînga te kitêba
Zendevista
Memik ferfûre têde neqşê
manî
Du destên te tixûbên
Tirk û îran
Hero cenge bi tîrên
zerveşanî
Ji sînga te bi jêr de
geliyê Laleş
Ziyaretgehe bo me her
zemanî
Bi nîşan û bi nan û xwîn
rija
Me dest girt û qelen da
û tu anî
Ser û pa zend û baz in
tev bi hinne
Hemî sor in ji rengê
erxewanî
Bi te em şa ne bûn ev bû
du sed sal
Ji me dengê tivinga çûye
banî
Bira û law û bav û ap û
pismam
Li ser te hev di kuştin
pehlewanî
Ji Loran ta bi Zazan tev
bi xencer
Dihatin hev li meydanê
beranî
Bi talan û bi kuştin,
hem bi sotin
Me konê şer li ser sînga
te danî
Emîr û begler û paşa û
axa
Kirin wêran sera û birc
û xanî
Li alîkî te deng û ceng
û halan
Li alîkî sedayê xweşê
sanî
Hemî bûne mirîd û şêx û
sofî
Bihiştî ne çikin nav û
nişanî
Li axur radizin lê şêx
diçî jor
Berî nîvro ji banî tê
giranî
Ser û pa tev dikî gulav
û ember
Dibê nûre kero ma tu çi
zanî?!
Bi van xapan dixwarin
xiwarinên xweş
Wekî şêx û melayên vî
zemanî
Du derdên me hebûn
dijwar û xeddar
Xizanî yek, ewê di her
nezanî
Weke şêr û pilingan em
diçûn hev
Penîr rovî ji meydanê
hilanî
Me ew rojên ciwanî tev
bi derdan
Bi zîvarî, belengazî,
şivanî
Herê bûkê pepûkê jar û
mestê
Li ser sînga te zava man
biyanî
Te reş daye serê xwe ber
li ser me
Li te rokê dibî pîroz
kitanî
Cegerxwîne kurê te her
dinal
Ji ber jana nezanî û
xizanî...
|
| |
|
|
|
|
XABÛRÊ |
Ey Xabûr, Xabûr, ey
Xabûr, Xabûr
Wek daxwaza min, pir
dirêj û kûr
Kêferata te, xum xum, û
lew, lew
Nayên bîra te ne razan,
ne xew
Herdem dinalî, bi qirîn,
gazî
Lê kes nizanî, ka çi
dixwazî?
Armanca te ye, xurtî,
pêşveçûn
Cihê te tenge, divê
firehbûn
Pêlan didî xwe, qîr û
firyadî
Tu jî wekî min divê
azadî
Sînga vê erdê te çirand
bi zor
Nizanim çira tu naçî
berjor?
Ev çende xurtî, bê
daxwaz û vîn
Dikevî sînga Derya bê
evîn
Xwezka min bi te, bê
derd û bê kul
Dijî bi şadî, bê mejî û
dil
Tu jî weke min, ger
bibûna kurd
Ev xurtiya te dibû kul û
derd. |
| |
|
|
|
|
KEÇA KURD
|
Keçê rabe serî hilde
divê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana,
heta kengî di xewda bî?
Dixwazim zû bixwênî xweş,
ji ser rû rakî çara reş
Tu gavan pêş de bavêjî,
wekî: Andêra û benda bî
Çine ev çarik û pêçî, di
rexta de xwe rapêçî
Bi destê te kelaşînkof,
bera zana û xwenda bî
Ji dijmin re tu mêrku bî,
di hindur de tu paqij bî
Ne xav û bê xuy û rij bî,
meger çendan li gunda bî
Bere gundî û rencber bî,
welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî,
wekî fanos û finda bî
Wekî findê dikî ronî, li
bajêr yan li gund rûnî
Diya şêr û pilinga bî,
hevala ser bilinda bî
Erê şoxê, erê şengê, bi
hevre em herin cen
Girêdayî hata kengî,
bimênî, dil û winda bî?
Dixwazim ko wekî min bî,
bi dijmin re tu dijmin
bî
Di cengê de wekî cin bî,
ne rengê bûm û kunda bî
Were xuşkê tu zû rabe,
di şer de rengê şêra be
Bera Ala meya rengîn, li
ser şaxan te hilda bî
Di rojên şahî û cejnê,
binêrim ez li wê bejnê
Bi hevre em herin dansê,
tu padîşahê rinda bî
Şirîn û nazik û rind bî,
şeker lêv û sipî zend bî
Were em hev bikin hembêz,
bere fetwa xwe min da bî
Keça zana û jêhatî, bibe
partî-Dîmoqratî
Bere dîsa tu şêrîna dilê
xorta û Seyda bî
|
| |
|
|
|
|
DIYARIYA YARÊ
|
Ji dostê re çi rêkim, ez
diyarî?
Diyare yar dixwazî min
bi yarî
Dixwazim can û dil jêre
bişênim
Tenê şerm e, hemî derd û
hejarî
Dixwazim herdû çavan
jêre rêkim
Bikêr nayên, ji wan her
xwîn dibarî
Divêm jêre ziman û dev
bişênim
Ne hêja ne şev û rojan
bi zarî
Nizanim ez, çi hêjaye ku
rêkim?
Cihan pêkve bihayê biskê
tarî
Serî, naçare min danî li
ber pê
Me go: şahim, tu pêlêkî
siwarî
Tenê xanim, bi nazî hate
ser min
Zivistane, li min şînkir
biharî
Bi wan lêvên şirîn go:
rabe seyda!
Tu serbestî ji min çibkî,
dikarî
Ji rêve ez bezîme pê û
destan
Bi jor ve hilkişîme ez
ji xwarî
Ji bexçê paxilê çûme du
sêvan
Ji bistanê riwan dêmên
henarî
Ji lêvên erxewanî min
dused cam
şeraba hingivînî nû,
vexwarî
Bi destê xwey sipî ez
kirme hembêz
Wekî pola helandim ez bi
sarî
Me herdû dest li bejnê
bûn hemaîl
Bi ber pêlan ketin
reşbisk û çarî
Me talan kir ber û
bistan bicarek
Kenî û go: bese rabe
Hesarî!
Me go: gorî Cegerxwîn bû
divê rê
Bi dest nayê wekî îro tu
carî. |
| |
|
|
|
|
BI SER ÇIYAN KETIM
|
Heval megrî çiya herdem
Cihê xweşmêr û şêra ye
Dîwarê serxwebûna kurd
Ji laşê xurtemêra ye
Serfirazî bilind e, lê
Bi xwîn û kotek û zor e
Bi jêrdeçûne bindestî
Berê kurdan li berjor e
Tenê serbestî eywan e
Bilind û berze bala ye
Tenê şûna serê min, te
Di jorê wê de vala ye
Di kurtan de eger razî
Tu dê xewnên bînî
Kirasê tirs û sawîran
Li xokî tim tu xemgînî
Ji doza xwe venabin
Dixwazin ta wekû saxin
Gelek şerm e ku em sax
in
Û dijmin hê dinav bax
in. |
| |
|
|
|
|
RÊZANÎ |
Tu rêzan be carek
siyaset bixwîn
Bi vê xwendinê rêçika
xwe bibîn
Bide pêşiya me wekî
pehlewan
Bi zanîn me derbas bike,
xwendevan
Eger bûyî carek tu rêzan
û jîr
Ji bo dibî rokê xweş
wezîr
Dikarî xebatek pir mezin
bikî
Berîkê tijî gewher û dir
bikî
Mijûl be bi zanîn û hem
torevan
Bibe payedarek di nêv
cihan
Bilîze bi zanîn di nav
dewleta
Bibe jîr û hozan di nav
mileta
Bi paye serê me bilindbî
bi te
Bi zanîn çi bêjî guhê me
li te
Ji bo me li her der bibe
bervedêr
Di rojên şeran de bibe
xurtemêr
Siyaset û tarîx û tora û
rist
Bixwîne bi hev re ciwan
û dirist
Bibe jîr û zana di her
çax û dem
Ji ser me tu rake çi zor
û setem
Tu rêzan be qurban xweşe
zanebûn
Hebûn çêtire tim tim ji
”na” û nebûn
Tu hozan û rêzan be ey
xwendewar
Bi van herdiwan dê bibî
navdar
Ji milet re baş be ku bû
karbidest
Bizane ku milet ji me ev
dixwest
Dixwazim tu zû-zû bibî
hoşîyar
Nebî zorperest bî bira
wek neyar
Serê te bilind e dema
rast herî
Emanet, ji kes re nebî
wek terî
Dilê xwe mebe mal û zêr
û pera
Gelek jîn xweş e lê bi
rastî, bira
Ji milet re carek dibî
sermiyan
Mehêle ku carek bibî lê
ziyan
Ji bo te bere ew bibî
dost û yar
Mirovê teres bî, ji jînê
çi kar ?
Xebata ji milet re karê
te ye
Bizane ku ew jî şiyarê
te ye
Bi rastî bi wî re eger
xweş biçî
Çi bêjî ji wî re ewê
bênî cî.
|
| |
|
|
|
|
HETTA KENGÎ DI XEWDA BI?
|
Bese millet li te şerme
Hetta kengî di xewda bî!?
Dibin destên neyaran de
Hejar û dîl û kola bî ?
Bihar va tê çiya xweş
bûn
Weke şêran herin şer em
Çima wer jar û xemgîn bî
Hetta kengî tu ranabî !?
Binêrin win li Engola
Weke şêran ketin çola
Serê te hişk wekî pola
Di bin destê neyara bî?
Serî hildî, tu gernasî
Eger rabî tu mêrxasî
Gelo raste divê bimrî?
Di nav dijminde winda
bî?
Ji dijmin re dibî
rencber
Bi paş de mayî bê rêber
Ji bo dijmin dibî şevger
Bese îdî weha nabî !?
Were carek ji xew rabe !
Weke gernas û şêra be !
Xwe pêkbêne bi hevra be!
Divêm hişyar û zanabî
Bese win rê bidin zana
Bidin pêzan û hozana
Ji bo çi wer li pey şopa
Beg û şeyxa û axa bî ?
Çi ol û êl û malbatin
Evên dî qey hemî tatin!?
Hemî yek dar û yek katin
Bibin yek da, ku dil
şabî
Bi: tang û top û lek
millet
Tu gavan pêş de bavêjî!
Hetta kengî li benda van
Niviştê: şeyx û seyda
bî!?
Tu guhmed van beg û axa
Xwe rapêçê li ser şaxa
Ji dijmin bigre van baxa
Tu dê serdar û paşa bî !
Cegerxwîn im dixwazim ko
Ji bo te rast bibêjim ez
Tu guhdêre li dengê min
Neko saza li ber ga bî?.
|
| |
|
|
|
|
JÎN Û HEBÛN
|
Ez xumxuma ava çeman,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger
im.
Bayê siba tê xweş ez im,
Berfa sibatê xweş ez im,
Xurtî di latê xweş ez
im,
Hişk û ziwa bin, ez ter
im
Giranbiha me, zêr û dur
Ez tim hebûn im, xurt û
gur,
Yaqût û lal û gewher im.
Pêşve diçim kar û xebat,
Di nav çiyan de hîm û
lat,
Pêlan didim Zab û Ferat,
Çelq û xumîn û gur-gur
im.
Pir xurt û hêz im ez
hebûn,
Ez pêşveçûn û serxwebûn,
Herdem di nav damar û
xûn,
Ez her heme, qet namir
im.
Bihişt ez im, agir ez
im,
Bakir ez im, rakir ez
im,
Xemgîn kir û şa kir ez
im,
Herdem didim, ez na
kirim.
Jîn im, bihar im har û
dîn,
Candar bi min herdem bi
tîn,
Min dane wan ev hilm û
bîn,
Dinêv hebûnê cîgir im.
Ev ax û ba û av im ez,
Ev pêtî û alav im ez,
Xweş ronî û pertav im
ez,
Xurtî di zendên karker
im.
Herdem heme, peyda me
ez,
Tava riwê xeyda me ez,
Cama bi dest Seyda me
ez,
Ez ol û vîn û bawer im.
Jîna Cegerxwîn im ji
dil,
Ez xurtî û tîn im di
dil,
Ez hêz û xurtî me di
mil,
Karim vî laşî ragirim.
|
| |
|
|
|
|
EY WELAT DÛRIM JI TE
|
Dîsa ji te dûrim welat
Dil ketye gomanên dikûr
Ger dûr û nêzîk bim ji
te
Her dem li ser te
kûre-kûr
Gava ji te ez dûr dibim
Ne ko ditirsim ez ji şûr
Divên çarekê bikin
Ji ser te rakin pî stûr
Tim dar bi destê dijmine
Em têne kuştin rengê mûr
Kurên te ser xistin xewê
Lê ez dinalim wek bilûr
Kengî ji xew rabin gelo
Yan kengî em dadin tenûr
Divêm bi ser çiya kevin
Dîsa bikn tev qûre-qûr
Welat çiqas dûrbî ji min
Di dil dibî pertav û nûr
Ne bes Xumênî dijmine
Dijmin pirin, nêzîk û
dûr
Wek baz cihê kurd tim
çiya
Dijmin di nav xan û
qisûr
Dibin piyên tanga de çûn
Kal û jin û bapîr û hûr
Birçî û tazî û reben
Çarox di pê û mil bi tûr
Derd û kulan dil kirye
ron
Ta ko Cegerxwîn bûye
tûr. |
| |
|
|
|
|
PENDNAME
|
Ezê bêjim lê hun dilê
xwe megrin,
Dinya ne hêjaye emê tev
bimirin.
Mala me gelekî kûre, yek
max e,
Ew jî li bin şeş heft
tebeqên ax e.
Em tev bira ne, ji dê û
yek bav,
Ji miriyan re çi maye,
ji bil nav.
Qet şiyar nabin, ta
kengî razin,
Hun mezin in, em ji we
dikin gazin.
Xelk dibêjine me, şêx û
hem mela,
Wextê zekata xwe,
dibêjin bela.
Çiman hezretê peyxember
gotiye,
Zekatê mexwe, ger tu
haşimî ye.
Malûmê we ye, ev qerêja
mal e,
Lewra ji şerîfa re ne
helal e.
Em bi dilê xwe tev hakim
û mîr in,
Di zekatê de, ji qismê
feqîrin.
Madam em werîsê enbiya
ne,
Çima em xerîkê karê diya
ne.
Bes e, hun ji xew rabin,
ez gorî zû,
Ji zarokên xwe re bêjin
ilmên nû.
Çiman hezretê
fexirl-alemîn,
Gotiye; ”Itlibul ilme
welew fis-Sîn”.
Misilman kengî li Sîn,
hebûn ew çax,
Ax ji derdê we şêx û
mela ax! Ax!
Hon dibêjin em bûne
qutbê razî,
Qet yek ji we nabe miftî
û qazî.
Hun bi van herdû ritban
ne razî ne,
Lewra hun belengaz û
pêtazî ne.
Hun tev mêr û çeleng û
xort û ciwan,
Hun ji pîsa parsê dikin
ji bo nan.
Ez mela me lewra dilê
min dêşî,
Xwedê rehma xwe bikî li
ên pêşî.
Em hînî tu karî ne kirin
yekcar,
Lewra em hêj mane tiral
û bêkar.
Axa, ez ketim bextê te û
xwedê,
Ezê çend pirsan bêjim tu
guh bidê.
Di bin destê te de hebûn
bê sed xan,
Hemî belengaz û reben û
gavan.
Tu malê wan distînî her
bi dilêş,
Tevî dixî devê mamûr û
derwêş.
Ger we tev bidana bi top
û tiving,
Dê hun jî bibûna hembarê
firig.
Lakin çi bikim we tev da
bi şabaş,
Qet kes ji we ne bû
wezîr û paşa.
Li ser bextê min bî hun
mêrê çê ne,
Ax, ax hun êsîrê destê
xelkê ne.
Bes e, hon eqlê xwe
bidin serê xwe,
Destê xwe bigirin vêcar
li perê xwe.
Çiman ji bona ax û mal û
xwelî,
Perê xwe didin li hev
dikin gilî.
Hun malê xwe bixun her
yek bi serbest,
Di hemberê neyaran de
bibin yekdest.
Ji hev re pir qenc bin û
guh bidêrin,
Li çerxa felekê hun pir
binêrin.
Ger-rek ji bo neyar e,
yek ji bo me,
A neyar jê ra hat, a me
bidom e.
Em jî şûva xwe bajon û
tov biçînin,
Dê zû şîn bê, emê zû wî
bibînin.
Carnan em rezekî datênin
deh sal,
Em naxun ji kurê me re
dibî mal.
Ewê ko çêkir vapor û
balafir,
Deh sal bi şûn ve ne ma
û çû mir.
Ew kesê bê xwendin û eql
û zanîn,
Li rêza kera ye çi bi
dîn û çi bê dîn.
Ev tev ji me re, riya
dîn û îman,
Hub-bil-wetenî delîl û
birhan.
Ez bi xwe bê êl û eşîr û
ebr im,
Pêlek maye emrê min ezê
bimirim.
Bes ji bona we ye, ev
qîrqîra min,
Lê ez çi bikim, hun guh
nadin şi´ra min.
Hon dizanin, lê hun li
xwe nakin bar,
Em jî, ji ber dilêşî
dikin hawar.
Fikra min maye min ev
tenê ne dixwest,
Lê ez çi bikim li vir
qelema min şikest.
Bi kêrê min tûj kir serê
qelema zil,
Vê digel a tê, binvîsim,
dibin çil.
Eger hun ji gotinên min
aciz bûn,
Hêvî dikim efû bikin
Cegerxûn.
|
|
|
|
|
|
 |
 |
 |
|
|
|