|
Çavên te
Dilbera min
Dema dilê te
di nav ronahiya çavan re
herikî dilê min
û kete nav stêran
hemû çavan xwezî
bi govendgirtina mijgûlên çavên te
dianîn
dema min tu
maç kirî
giyan pêhatina te
min dît
çavên te
xwe dispartine melûliya stêran
bi maçkirina te re
stêr diketine dilê min
tu dibûyî bûka rojê
çavên te
ji stêran spehîtir dibûn
mîna zelalîya deryayê
zelal dibûn
wê kêliyê
neşêm bidime nasîn
çavên te
bibûne
kaniyên
bêhempayê
gerdûnê
ne
dixwestin
govendgirtina mijgulan raweste
ji
hezkirina jiyanê mişt bûn
bi nêrînên
baweriya
zarokiyê paqij bûn
bi salan
avdana
çem û
rûbaran şa bûn
ronahî
direşandine
ser dîrok
û mirovahiyê
şevê din
guh li helbesta çavên te bûn
dilbera min
di nav tehliyê de
temen diçû
bê dengiyeke
dirêêêj, dirêêêj…..
di çavên te de hebû
qîrîn û hewar
weke gereke bêdûmahî bû
ji bo vê
jiyan nîvcûtî ma
cara pêşî
ku te dilê xwe dayî min
berî niha
bi salan bû
di nav werzê şimamokan de bû
gûliyên
te şil bûn
çavên te
bi xunav bûn
di destên
te de
baqekî gulan hebû
tu li civanê min
di bendîxana
bê aramiyê de difûrî
Te got
bi ketin û derketina dilê min
tu ê berz û bilind bibî
Dilbera min
bi nêrîna
çavên te re
cure, curên
jiyanê min di wan de dît
min xwe
di wan de şûşt
di nav wan de
min xwe neqand
mîna gula nû pişkivî
lêvên te
bi
dilovanî
nêrînên
çavên te
weke
nêrîna hilata rojê ye
dil germiyê wê bigire
weke gera baxê qedexekirî
weke riya dûmahî lê ne wê ye
her û her mirov bimeşe
Dilbera min
dostanî û pêkvebûna me
tu pê dizanî
ku yekîtiya dijberiyan e?
kî dizane
dibe ku ji ber vê ye?
dema te
di nava
xwe de
nabînim.
ne helbest
û ne raman hene
lê çaxê
bayê te tê
dişêm paş
sînoran bipîvim
helbesteke
şêrên î tû
min ji vê
helbestê hez kir
di nav vê helbesta mezin de
min xwe de xwarin
wê şevê li nav baxçên gulan
li te digeriyam
ji xweşbêhna gulan mest bûm
min ji gulan re
gazin
dikirin
min dît
pirpirîkên ser gulan jî
guhdar dikirin
xweziya mina mezin î tu
helbesta mina mezin î tu
rastiya
mina mezin î tu
dilbera min
te ronahî pêşkêşî min kir
ji ronahiya te serxwaş im
awaza di
çavên te de
rêwitiya
herî dirêj e
trajêdeya
mezin î tu
dibe ku ji
ber vê ye
tu
caran min xwe
ji nebûna
te re
amade
nekir
nêrînên te
weke
ronahiyên
di sarincê
dan
di baxê nazelîn de
difetisin
min dît
destên te
ronahiyê
digirin
di riyên
asmanê şîn de
stêrka zer
li paş çiyan dihila
cîhana
ronahiyê dibirî
bibû pira
paşerojê
di nav şevê de
di
nav tehliyê de
derbas
dibû çerx
lê çi dema
te
bi bîr
bînim
helbest ji
nû ve dest pê dike
û jiyan
derdikeve tê
hişê min
li dera helbest û ronahî lê ye
hatiye girêdan
cîhana min
di siya wan çavan de
li xwe
digere
ew kenê te
yî
tenik di
bin konê şevê de
û bi dizî
jimartina stêran
min jî roj
girêda
da jiyan
neyê tarîkirin
bi destên
xwe neqişê şahiyê
li asmên
çêkir
kenê te
di nav
helbestê de
bi min re
ez
gîhandime ciwanî û spehîtiya felsefê
têrbûn
ji êvariya
çavên te
nabe
dilbera min
dema li ber ronahiya stêran
min tu maçkirî
hingivî diherikî
di nav lêvan de
rêç ji jiyanê re teng dibû
di
nav xwe de
û di çiyan de
bi cî nedibû
xirexira evînê
dima li ser rûyê erdê
lê çi di dilê min de heye
di parastina rojê de ye
di kakilka xwezayê de ye
di çav û dilên dildaran de ye
dibe ji bo vê be
ji bo bigîhîjime te
ji te
direvim
bi wî
dengê te
yê xweş
strana
raperîyê guhdar dikim
bipejirîne
van herdu hevokan
bike nav refê dilê xwe
bila di bin toza salan de
bimînin li
wir
ji te re
hatiye gotin
pey
bilindbûna
wan
hevokan
rastî tenê
di herdu çavan de ye
di nav herdu çav kevokan de ye
ev çav
mirovan dibine mirinê
an dibine
serkeftinê
bûme
bendiyê
wan çavên te
û wê ala serkeftina te
min tu
di nav dilê xwe de
di helbestê de
di dostaniyê de
di hevaltiyê de
di evînê de
xwedî kirî
dilbera min
gulên ji çavên te
dikevin
di
nav wan de
ronehiya helbestê heye
dinya û dildarî heye
kaniya
ava jiyanê heye
mirovê bi tenê
êdî qedirê dildariyê zanê
wate jiyana min
xeyela dildariya te ye
çaxê min tu
maç dikirî
helbesta dildariyê
dibû awaz
diçûme cîhaneke nenas
Stêr di dilê min de hildihatin
bi
maçkirina te re
gotinên
pêşiyan dibûne rast
bêhina
gezwa çiyan
ji devê
te dihat
bêhna
Azadiyê
ji gezowa
çiyan tê
te qet
bilbizêkên
çiyan
bêhn kirine?
bêhna wan kulîlkan
ji te tê
bi te re
ewqasî
mest im
çiyan
dirawistin
dilê min
hesinê
keştiya xwe
davêje
deryayê
ew çiya
dilêriyê didin
evînê jî
didin
li gel
azadiya jînê
evîndarî
awazeke nayê gotinê
evîndarî
kenê
li ser lêvên lehengên
li ber tîrebarê ye
peyva wî ya
dawiyê ye
qêrînên biçûkên
nû têne jiyanê ye
dibe
evîndarî
awirên me
bin
bi bûkên çavan
gera bê wate be
dilbera min
tu
bi kersantiya min re
wisa bûyî yek
û te di dilê min de
cih girtiye
roj bi rojîtiya xwe
neşê te
ji wir
derînê
weke
dildariya dûr
ku
bîranînên wê paqij
weke nama
evînê
hê nehatî
xwendin germ
gulîyên
te
neşiyan
xwe
bi
kevokan bidine pejirandin
êşa
xençera dîrokê
di pişta min de zeng girtiye
kevoka evîna min tu yî
kevoka aramiya min tu yî
dilbera min
ji min re bêje
Di ku dera dil de
te veşartiye helbesta me
an
di nav baxê dil de
li seyranê ye
tu dizanî jiyan hemû
di çavên te de ye
heta îro
kiryarên ciwan û spehî
min dîtî
di çêkirina çavên te de
min dî tin
di nav wan de
evîn heye
azadî heye
rûmet heye
rêzdarî heye
ji nav ronahiya xwezayê herikîne û
hatine
dema dikevime nav ronahiya wan
li nav stêran digerim
neqişên stêran di çavên te de ye
dilbera min
min tu ji awaz û helbestê afirandî
ji ronahiya peyva zanatiyê
hêêdî, hêêêdî……
dilooop, dilooop palandî
paşî di kûrtiya
jîn û ronahiyê de veşartî
ez bi te
re
li ser
vê holejînê bextewar im
ji ronahiya salan jiyam
şilbûna dilê min
ji hêstirên çavên te
yên pêşî
lê wêrekî
li gel hemû kul û kovanan
zanîna hezkirina evînê ye
yên di bin van mercan de
helbesta dîroka evînê gotî gewre ye
mirov bi evîna xwe re heye
an ne li jiyanê ye
ji zimanê xwe
fire şîrê ku tu
didî min
hemû astengîyên
li pêşiya xwe radikim
dilbera min
mîna ez ji rayên te
hatibim afirandin
min tu
anîbî
cîhanê
ji te hez
dikim
wer
dibêjim
ji me herdûyan û pê ve
kesî din nîne
li vê cîhanê
dîwar hemû hatine herifandin
sînor rabûne
li çar terefan
kevokên zanistiyê difirin
tu
weke birca ku neşêm
bikevimê
li ser hemû riyên min î
te
derbasî
helbestê dikim
di nav helbestê de
dimeşînim
weke zaroka nûhatî
te bêhn dikim
mîna kulîlkên dara belalûkê
bi
nazelînî
li te
dinêrim
bê deng
dibim
cihê
helbesta evîna te
dest pê
dike
tu kevoka
min a çar çeng î..
tu zeviya min a çar reng î.
tu ramana min a çar deng î.
tu kaniya pênûsa şeng î.
19 04 2000
|