|
BWÎKA KURDAN
Ey felek bo te dinalim, bo çi nêrgiz
çirmisîn?
Ew çima bextê me ho ye, em bê dost û bê
kes în?
Qet dê hêt ew roja me divêt, kehniya
warî bizêt
Jê vexwîn destan bihelînîn, jê vexwîn
çend me bivêt
Agirê sar û vemirî, çav me lê ye geş
bibit
Ew bihara têhnê kuştî, hîvîdar im xoş
bibit
Kurdîno rabin bibînin, berxekê jar û
zeîf
Dane ber pal û kêsana, xencerek dijwar
li dîf
Ew werîsê tê alandî, her ji hirya berxî
ye
Pê dikêşin ser birînê, bi wî werîsê noxî
ye
Mezinan ji mêje we gotî, dijminê serê xo
kew
Darî bi darê têt birînê, destikê bivrî
dar e lew
Nê me nalîne ji bivrî, sed hizar cara
hewar
Em bi wî bivrî ketîne, hind nesax û
birîndar
Nê me nalîne ji mêje, bo hetavek rohin û
geş
Dawetî rabin semayê, pîç biken berberêt
reş
Evro kanê li min wê rojê, pir ji xofî û
rengereng?
Vebguhêzin bwîka kurdan, ew torîna şox û
şeng.
Kanê kew bo çi naxwînin, kanê warê
gulgulî?
Lê diçerînin gurg û rîvî, boş e lê mar û
kulî
Kanê mizgefta me tê de, sed nivêj rojê
kirî?
Kanê dargwîza tê de, şîn gwîze ter me jê
kirî?
Kanê rîbara pir bizav, kanê pêlêt hîviyê?
Kanê berî, ka fivan, geş bikin kurdîniyê?
Ka gelavêja me dîtî, wextekê zêrîn bijar?
Lew me gotî hinde êdî, her dê mînît ew
bihar
Baxçeyê vîna nemay, kê we kir kavil
bibit!
Torina bextê me evro, kê we kir zîz û
şil bibit?!
Evro kanê li min wê rojê, pir ji xoşî û
rengereng?
Bebguhêzin bwîka Kurdan, ew torina şox û
seng?
Da bibînin kiç û lawan, min bi mil bêne
şahiyê
Bijikînin kul û êsa, li ber hetava
sahiyê
Da bihelînim ji Kurdan ala, ser çiyayêt
pir ji xwîn
Da hewar kem ji dilek sotî, her bijît
serbest û jîn
Ne guneh û ne şerm e jîk, ger me jî ala
hebit
Ne omêdek kwîr û dwîr e, bawerî bi sala
hebit
Dê ji kiloxêt wan şehîdan, stînekê dirêj
vedim
Pêvekim alayê Kurdan, da bigehit tava
gerim
Bêjme xelkêt vê cîhanê, navê Kurdan jî
heye
Kî dê şêt navê me têk det, hindî ku
rêber heye
Evro kanê li min wê rojê, pir ji xoşî û
rengereng?
Vebguhêzin bwîka Kurdan, ew torina şox û
şeng
Bigirnijînin beçkeşêran, ew helal û ew
rihan
Biz û zarokêt şehîdan, ew kulîlkêt çi
nezan
Bêne hêzkê li nav çinaran, xefk û davêt
xo veden
Kêl û vêla biçiklînin, bêjne êkdu xo
veden
Bêjne şalîl û tivîrka, werne hêlînêt
berê
Werne ser gulb û çeqêt xo, bixwînin vê
berperê
Berpera jîna me ya nwî, ew jiyana dîr ji
jan
Dîr ji saliskî û rîmetî, serferazî bo
jiyan
Kutrîno dadin ji dadê, bo Xudê dadê
nekin
Ahremen evroke pîç bî, sed tilîlî bo
veden
|