|
Seîd Norsî

( Bedîuzeman )
1876 - 1960
Kurdeki dilsoz yê dema xwe: Seîdê Kurdî
Nivîs :Fehim
Işik
Seîdê Kurdî; Bedîuzzeman Seîdê Norsî û navê herî
naskirî ya dûmahî jî Saîd Nursu...
Herdû navên pêşîn, navên ku
Kurd lê daniye, ew
in. Navê dûmahiyê jî yên ku
xwestinê wî ji Kurdbûna wî dûr bixin, wana lê
danînin. Mixabin, yên
ku navê wî danînin Saîd Nursu, bi ser jî ketine.
Welê bi ser ketine ku, niha li Tirkiyê ji
terîqatên herî mezin ku pêşengiya wî
nijadperestên Tirka dikin yek jê jî Nurcî (Nurcu
Tarikatı) nin û ev terîqata navê xwe jî ji Seîdê
Kurdî girtiye. Navgirtina ev
terîqatê ne girîng e; lê ew bi xwe bêhurmetî li
Seîdê Kurdî kirine û wî tehrîf kirine; ji
Kurdayetiyê dûr xistine. Bi raya min yê girîng
ev e.
Seîdê Kurdî, merivekî xwende û pispor û
ilmdarekî herî pêşketî yê dema xwe bûyî.
Her weha mafperestekî qenc
ya gelê xwe jî bûyî. Lê li hember vê
şarezayî û zanabûna wî, gelek Kurdên dilsoz, bi
taybetî jî Kurdên me yên sosyalîst hê jî yan
Seîdê Kurdî nasnakin, yan jî wî tenê bi nasnama
wî ya Islamî dinasin û ew jî bi vê nêrîinên xwe
ve wî ji Kurdbûna wî bêpar dikin; ji
mafperestiya Kurdî û ji Kurdayetî dûr dixin.
Bêgûman, her kes û her dîtinek, pêwîst e bi gor
dema xwe bê şirovekirin.
Seîdê Kurdî û xebatên wî yên li ser Kurdayetiyê
jî, pêwîst e li gor dema xwe û şert û mercên
jiyana wê demê û jiyana ew
bi xwe têde bû bê şirovekirin. Ezê jî heta ji
min bê, weha bikim.
Lê berî ku ez dest bi mijara
xwe bikim, dixwazim Seîdê Kurdî ji xwendevanan
re bidim nasandîn.
Seîdê Kurdî, di sala 1881an
de, li gundekî Bêdlîsê ku bi ser Hîzanê ye, ango
li gundê Norsê hatiye dinê.
Navê bavê wî Mîrza ye.
Heta neh saliya xwe li gund,
li cem bavê xwe dimîne.
Di neh saliya xwe de ji gund
vediqete û tê gundê 'Tax' ku dest bi xwendina
xwe ya medreseyê bike.
Lê li medreseya Mele Mihemed
Emînê ya li Taxê zêde namîne.
Bi feqiyên medresê re şer
dike û vedigere gundê xwe.
Demekî ji birayên xwe yê
mezin dersan werdigre; dûra dere li gundê Pîrmîs
çendekî di medresa gund de dimîne û ji wê derê
jî tê li cem şêxên Hîzanê dersên xwe didomîne.
Lê xwendina xwe ya ku piştî
wî îcazet werdigre, li Beyazidê, li cem Şêx
Mihemed Celalî temam dike.
Wekî tê zanîn ku feqiyên medreseyan ji
bo îdara medreseye û
her weha ji bo îdara jiyana xwe ya rojane zekata
berhev dikin. Xwarinên xwe
yên rojane, ango ratibên xwe jî ji gundiyan
werdigrin. Lê Seîdê Kurdî, yekî bi
têrxîret e. Ji ber vê yekê jî berhevkirina ratib
û zekatan li xwe danayne.
Tu car li nav gund li pêy ratiban nagere û li
pêy zekatan nakeve. Ev têrxîretiyê wî, heta
dawiya jiyana wî jî pêsîra wî bernade.
Seîdê Kurdî, di medresan de xwendinekî pir bi
lez didomîne. Ango ji xwendina xwe re gelek
zîrek e; dikare pirtûkên herî bi rûpel ya
medreseyê, di nabeyna hefteyekî de jiber bike.
Heta welê zîrek e ku, meleyên ku ders didin wî
demekî şunde dest pê dikin ji Seîdê Kurdî dersan
jî werdigrin.
Yek ji derdên Seîdê Kurdî jî ew e ku, ji bo
Kurda medreseyekî bi nefşê zankoyê (unîversîte),
ango zankoyekî wekî El-Ehzera Misirê amade bike.
Xebata Medreseya Zehra ya li Wanê, xebatekî weha
bûyî. Lê Dewleta Osmanî ewil car îzna vê yekê
nade. Pişt re Sultan Reşat îzna vekirina Zankoya
(Medreseya) Zehrayê dide. Lê wê demê jî Şerê
Yekemîn a Cîhanê destpê kiribû. Di şert û mercên
dijwar ya wê demê de, Zankoya Zehra jî demekî
kurt dijî û dûra mecbûr dimîne deriyê xwe digre.
Seîdê Kurdî berî ku Zankoya Zehrayê veke, tê
Stenbolê jî. Li Stenbolê, her çiqas li hember
Saltanatê, dilxwazê azadî û serbestiya gelê
Osmanî be jî, dîsa li hember Jonturka radiweste;
rexneyên tuj li Jonturka digre. Sedemên rexneyên
Seîdê Kurdî, dijwariya Jonturka ya li hemberî
dînê Islamê ye. Ew, dijwariya Xîlafet û
Islamiyetê ji hev û du vediqetîne, her du naxe,
kefeyekî.
Seîdê Kurdî piştî ku tê Stembolê, daxwaznivîsekî
dide Mabeynê (nivîsgeha serayê) ku bigîje destê
Abdulamîdê duyemîn. Ev daxwaznivîsa Seîde Kurdî,
di rojnama 'Şark û Kurdistan' de jî bi sernivîsa
"Kurd dîsa muhtac in" tê çapkirin. Daxwaznameya
Seîde Kurdî bi Tirkî hatiye nivîsîn û ew di
daxwaznama xwe de bi taybetî li ser rewşa
hînkariya Kurda rawestiyaye. Seîdê Kurdî bi vê
daxwaznameya xwe, hem daxwaza hînkariyekî
pêşketî ya hemdem dike û hem jî hînkariya bi
zimanê Kurdî derdixe pêş.
Seîdê Kurdî di daxwaznameya xwe de, ji
Abdulhamîdê duyemîn daxwaza vekirina sê
medreseyên Kurdî dike û bi kurtî weha dibêje: Di
medreseyên Kurdistanê de incax zarokên ku bi
Tirkî dizanin dikarin îstîfade bikin. Mamosteyên
ku hatine şandin, zimanên mehalî nizanin. Ji ber
vê yeke gelek zarokên Kurda ji xwendinê bêpar
in. Ev jî dibe sedema tevlîhevî û wahşetê. Ji bo
vê yekê pêwîst e li Kurdistanê sê medreseyên
Kurdî bê vekirin. Qe nebe di van medreseyan de
xerca 150 xwendekar ji alî dewletê ve bê dayîn.
Lê Seîdê Kurdî çi dike xwe nagîhîne Abdulhamîd.
Heta ji ber ku gotinên 'bêperwa' li hember
Abdulhamîd serf dike, wî davêjin timarxaneyê û
dûra çendekî di zîndanê de jî dimîne. Piştî
timarxanê û zîndanîkirin û gelek teşqeleyên hwd.
li Stenbolê dijî, carekî din vedigere Kurdistanê
û ev car destpê dike li nav eşîrên Kurda digere.
Tiştên ku niha wekî 'Rîsale-î Nur' tê zanîn,
piranî axaftinên Seîdê Kurdî ya wê demê nin.
Seîdê Kurdî, di Şerê Yekemîn a cîhanê de Cepha
Şerqê de beşdarî şer dibe. Di vî şerî de, ango
di sala 1914an de leşkerên Rus wî dîl digrin û
nêzîkî du sal û nîvan li Rusyayê girtî dimîne.
Pişt re ji Rusyayê direve û carekî din tê
Stembolê. Seîdê Kurdî, li hember fetwayê
Xîlafatê, dîsa jî alîkariya tevgera Enadoliyê
dike. Qasî ku em zanin, di sala 1920an de
Mistefa Kemal ji bo Meclîsa yekemîn banga Seîdê
Kurdî jî dike. Lê ew demekî kurt di Enqerê de
dimîne û wazîfeyekî hilnagre; ango ew û Mistefa
Kemal bi hev nakin.
Piştî Enqerê, Seîdê Kurdî carekî din vedigere
Kurdistanê û xebatên xwe yên nav Kurda didomîne.
Lê ev car ji ber Serîhildana Şêx Seîd, wekî
gelek pêşketiyên Kurda ew jî di sala 1925an de
surgunê Rojavayê dikin. Seîdê Kurdî, demekî
dirêj li nahiya Isparta li Barlayê dimîne.
Axaftinên berê ya Saîdê Kurdî, di vê surguna wî
de dibin 'Rîsale-î Nur' û derbasî ser kaxizê
dibin. Piştî nefîkirina Ispartayê, ev car bi
tawanbariya "daxwaza hilweşandina dewletê", wî
li Eskîşehîrê dikin zîndanê û piştî zîndanê jî
wî surgunê Qastamoniyê dikin. Nêzîkî heşt sala
li Qastamoniyê dimîne. Ji wir jî rêdikin zîndana
Denîzliyê û piştî çend mehan jî wî surgunî
Emîrdaxê dikin.
Piştî surguna Emîrdaxê çend salekî serbest
dimîne. Lê di sala 1948an de carekî din tê
girtin û ev car wî dixin zîndana Afyonê. 20
mehan li zîndana Afyonê dimîne.
Hukumeta Menderes, wî ji zîndanê derdixe. Lê
Seîdê Kurdî ji ber ku zor û zilma hukumeta
Menderes jî tawanbar dike, zîndanîkirin û
surgunên Seîdê Kurdî carekî din destpê dike. Ev
zîndanîkirin û surgunkirina Seîdê Kurdî, heta
sala 1960an didome.
Seîdê Kurdî, piştî jiyanekî dijwar, 23ê Adara
1960an de, dema li Rihayê surgun bûyî jiyana xwe
temam dike û diçe ser heqiya xwe.
Lê dewletê piştî mirina wî jî wî rehet nahêle.
Cuntaya leşkerî ya 1960an, gora wî ya li Rihayê
vedike û cesedê wî ji gorê derdixe dibe li
ciyekî ne diyar vedişêre. Ciyê gora Seîdê Kurdî
heta niha jî naye zanîn.
Bêguman, Seîdê Kurdî ilimdarekî musluman e û di
tevayî jiyana xwe de, nêrînên xwe yên Islamî
derxistiye pêş.
Lê ew, herweha Kurdekî dilsoz jî bûye. Her çiqas
gelek nivîs û nêrînên wî ji alî nijadperestan ve
bê tehrîbkirin jî, îro em pê zanin ku, Seîdê
Kurdî di gelek nivîsên xwe de mafê gelê xwe jî
parastiye û ji bo azadiya Kurdan xebitiye. Ango
ew tu car, Kurdbûna xwe ji nasnama xwe ya Islamî
paşda negirtiye.
Wekî tê zanîn, Rojnama Hevkarî û Pêşketina
Kurdan (Kürd Teavün ve Teraki Gazetesi) di
dawiya sala 1908an de dest bi weşana xwe kiriye.
Ev rojnama ku bi pêşengiya Seyîd Abdulqadir ve
li ser navê Komela Hevkarî û Pêşketina Kurdan
(Kürt Teavün ve Teraki Cemiyeti) hatiye çapkirin,
bi tevayî neh jimar derketiye. Jimara yekem ya
rojnamê de nivîsekî Seîdê Kurdî jî heye. Bêguman,
ji bilî vê nivîsê gelek nivîsên wî yên din jî ya
li ser gelê Kurd henîn. Lê bi raya min ev nivîsa
Saîdê Kurdî, ya herî balkêş e.
Seîdê Kurdî, di vê nivîsê xwe de hem sê cewherên
Kurda û hem jî sê neyarên Kurda radixe ber çavan.
Nivîs weha ye:
"Ey gelî Kurdan, îttîfaqê de qewet, îttîhadê de
heyat, di biratiyê de seadet, hukumetê de
selamet heye.
Kabika îttîhadê û şerîta mehebbetê qewî bigirin,
da we ji belayê xelas ke.
Qenc guhê xwe bidinê, ez'ê tiştekî ji we ra
bibêjim: Hûn bizanin ku sê, sê cewhera me hene,
hifza xwe ji me dixwazin. Yek Islamiyet, ku
hezar hezar xwîna şehîdan buhayê wê
dane. Ê diduwa
însaniyet, ku lazim e em xwe nezera xelqê de bi
xizmeta aqilî, ciwamêranî û însaniyetê xwe
nîşanî dinê bidin. Ê sisiyan mîlliyeta me ye, ku
meziyetê da me; ê berê, ku bi qenciya xwe sax
in, em bi karê xwe, bi hifza mîlliyeta xwe rûhê
wan qebra wan de şad bikin.
"Piştî wê, sê dijminê me
hene, me xirab dikin.
Yek feqîrtî ye, çil hezar hemalê Stembolê delîlê
wî ye. Ê diduwan
cehalet û bêxwendinî, ku hezar ji me da yek 'qazete'
nikarin bixwînin, delîla wê ye. Ê sisiyan
dujminî û îxtîlaf e, ku ev edawet qeweta me
winda dike, me musteheqê terbiye dike û hukumet
jî ji bêînsafiya zulm li me dikir.
"Ku we ew sehkir,
bizanin çara me ew e ku em sê şurê elmas bi
destê xwe bigirin, ta ku em her sê cewhera xwe
ji destê xwe nekin, her sê dujminê xwe ji ser
xwe rakin."
Seîdê Kurdî, dumahiya nivîsa xwe de bangekî li
gelî Kurd jî dike û di bangê de daxwaza
hînkariya hemdem û hevgirtina hev û dû derdixe
pêş.
Ev Seîdê Kurdî ku me jê behskir, li Tirkiyê ji
alî gelek kesan ve tê naskirin.
Li ser navê wî şev tên amadekirin.
Her sal roja mirina wî de
mewlûdên mezin tên danîn.
Panêl, semîner û konferans
tên çêkirin. Lê van çalakiyana, piranî 'Nurcu'yên
Tirk ku her weha bi nêrînên xwe yên nijadperestî
ve jî tên naskirin, amade dikin û di van
çalakiyan de yek peyvekî li ser Kurdbûna Seîdê
Kurdî nayê gotin. Qasî ku ez zanim, li nav Kurda
jî tenê derdorên kovara Nubiharê Kurdayetiya
Seîdê Kurdî derdixe pêş û ev derdora çend
pirtûkên Seîdê Kurdî ku ji alî nijadperestên
Tirk ve hatibûn tehrîbkirin jî, wekî orjînala wî
çapkirine.
Kî çi dibêje bila bêje, nêrîna kî çi dibe bila
bibe, xwedî derketin ne parastina ray û raman e.
Lê tiştekî din jî heye ku, bingeha herkesî ji
pêşiyên wan tê.
Seîdê Kurdî jî, bingehekî Kurda ye.
Ango Şêx Seîd, Seyît Riza, Ihsan Nurî Paşa,
Seyît Abdulkadir, Qazî Mihemed, Mele Mistefa
Barzanî ji bo Kurdên îro çi îfade dike, Seîdê
Kurdî jî lazim e ji bo Kurda wê îfade bike.
Çavkaniyên Nivîsê:
1. Kürt Teavün ve Teraki Gazetesi, Wergêra M.
Emîn Bozarslan, 1998, Stockholm.
2. Peyîvên Pîçûk, Seîdê Norsî, Weşanên Nubihar,
1992, Stembol.
3. Bediüzzaman'ın
Hayati, Abdurahman Nursî, Weşanên Nûbihar, 1997,
Stembol. |