Min singên
kunê
kêmaqiliya pirsên xwe
di
çavên demê de
kutan
kathijmêr, roj, hefte, heyv, û sal çûn
çerxa
demê
li min
zîvirî
mija
gumanan
nêzîkî
dil nebû
bi tenê
bê
bersiviya pirsên min
min di
jûrê de ditevizînin.
Ev ji
yê berê hatî jî bêhn tengtir. Li peşberî min
rewestiya ye. Bi tiliyên xwe riha xwe
dixwerêne, Ez hem tirsiya me, hem jî şad bûm
ku yekî ez pirsan jê bikim hat. Bi dîtina
riha wî ya zerspîlok û qrêj.
Spihgirtina min, hata bîra min.
Di wê
demê de, ya min ji tûne bûnê bû.
Ji we
re yek bi tenê, ji qarêja xwe û riha xwe
bêjim.
Ez û
Cimşît, di meha xilaseke payîzê de, bi hevra
birîndarbûn.
Me
dixwest ku em herine cihê derman û bijîjk
lê.
Em
herdu ji lingên xwe birîndar bûn. pêşî
çîroka van lingan ji were bêjim. Lingê min
yê çepê di îşkencê de şikan dibûn.
Paşî
demeke di şer de birîndar bû.
Vêga ji dîsa ew lingê min
birîndare.
Yê
hevalê min ji, weke yê min dîsa lingê wî
birîndar, pêşî di berfê de şewitî. Paşî mîm
di bin de teqiya, vega ji weke yê min gule
lê ketiye. Werhasilî
me berê xwe da armanca xwe û ketine rê. Riya
me di Zagros re debas dibû. Li ser serê
Zagros li me bû şev. Ne xwerina me habû, ne
jî cilên ku em di nav de razin habûn. Mîna
ku sira Zagros nebasbe jî, baranê dest
bibarînê kir. Bi vê rewşê em, heta nîvê şevê
meşîn. Ku ji vê re meş werê gotin. Paşî me,
kevirek dît ku baran li binê wî ne dihat. Em
herdu ketina binê kevir.
Ji
bo em hev germbikin, cerina me pişta xwe
didahev, cerina me berê xwe didahev û me bi
hilma hev paşila hev germ dikir. Min pifî
paşila wî dikir, wî pifî ya min dikir.
Cimşît ji min re got ‘gelekî baş e, ku me ev
kevir dît. Em bimirin jî neyar me, li vir
nabinê û bi mirina me şa nebê’
ez
bi mirinê kenîm. Min bersiva, hevalê xwe bi
gotine Nietzsche da, lê min ne got ku
Nietzsche gotiye, bile dîzî ne wê bîra we.
Zêda zimanê min ne
digeriya. Zimanê min, di devê min de
werimîbû. ‘Mirov deyîman, ji jiyanê re
sedemekê dibînê. Em jî li wê sedemê
digerin.’ Em wisa dipeyvîn, çavên rojê yên
zêrîn silav li me kir.
Hêdî,
hêdî em, germ bûn û me dest bi kuştina
spihên xwe kir.
Spihên
me, ji leşkerên li pêşberî me şer dikirin,
pirtir em nerihat dikirin. Ji bo vê yekê di
her fersendê de me ew dikuştin.Vêga ji ku vî
cemêrî riha xwe xwerand, ew bîranîn hata
bîra min.
Ez
zanim, hûn bi vê bîranîna min jî dikenin û
dibêjin ‘ma ristikên dayîka we li ser serê
wan çayan qatiyabû çi karê we li wir habû?
Nexêr, ristikên dayîka me neqetiyabûn.
Hatibûne qetandin. Em hem li murîkên dayîkên
xwe û hem li dizên murîka digeriyan.
bi
tehma
dengê bilurê
em
ji
dayîka xwe hez dikin
li
bakurê biskên dayê
çêliyên
dêlegura kubar
dizûrin
başûr û rojava
destên reşikê jar
digerin
rojhilat axayê fehilrovî
mêjî
didizî
jor
agir
jêr
qîr û girî
jin
û mêr
kal
û pîr
ez
tu
û ew
bêdeng û xemgîn.
Şerm
e camêr hê li paş derî rewastiyaye, bila
werê rûnê em suhbeta xwe bi domîn in.
-Ohhhh ji, jana bîranîn min, xwe jibîrkir.
Tu li ser piyangirtî
li min bibore.
Fermo,
fermo derbas bibe.
-Tu
bitênêyî? An civata te heye? Ji bo wê te,
dereng ez derbasî jûrê kirim?
-Belê,
ez bi mêhvanên re dipeyîvim. Lê ew tûre bûne
û naxwazin ku ez pirsan ji wan bikim.
-Ez baş
zanim, te pirsên nepirs kirine, ji bo wê
tûre bûne.
-Dema li hesabê we neyê, pirsên min dibine
pirsên nepirs. Hûn dixwazin, ez ji we re
şelafiyan bikim. Lê hûn wê nabînin.
Fermo, derbas bibe!
Ew
jî mîna yê pêşî derbasbûyî, xeftanê wî di
ardêra dihat. Di destên wî de, hin tiştên ji
bo nivîs binivîsê hebûn. Silav li civatê kir
û rûnişt. Min xwe negirt, min xwest yek ser
jê bipirsim.
-Tu
amedeyî, bavê dîrokê? Yan dayîka dîrokê?
Ji
te re, bêjim bav an dayîka dîrokê?
-Ez
bavê dîrokê me. Tu çima ji min re bêjî
dayîk?
-Bav ne
afirênarin, ji bo wê min ku belkî tu bêjî,
ji min re bêje dayîk.
-Tu
pirsa xwe bike. Zêde xwe neke feylezof, di
vê kûnçika teng de.
-Ji bo
ku we, her li koçkên Keyan nivîsî, jûra min
ji we re biçûk tê. Xem neke, min ev peyv pir
bihîstiye.
-Ka tu
bêje Heredot, ev xeftanê bapîrên me ye? Dema
te, li koçkên Persa dest bi nivîsandina,
çîroka xwe kir dana te?
-Min
dîrok nivîsand, yên weke te çîrokan
dinivîsin û karê we ye. Xeftan jî, min di
pirtûka xwe ya, dîroka dinyayê de nivîsnad
ku ji cil û berê Medan çêtir hê çênabûne.
Min ji ku anîbê,
an kê
dabe min, ne karê te ye.
Tu
pirsên xwe bike.
-Belê,
bila dîrok be, min ne ji ti mehnê got çîrok.
Lê ku çîrok neban dîroka te jî ne dibû. Ne
wisa ye?
-Min li
gelek çîrokan guhdarîkir û min ya nêzîkî
aqilê xwe nivîsî.
-Lê
çima tu tûre buyî dema min got çîrok? Tu
bixwe dibêjê, min çîroka nêzîkî aqilê xwe
nivîsî.
-Belê,
min serpêhatiyên berî min bûbûn, ji yên ku
bihistibûn yan dîtibûn guhder kirin. Ez bi
xwe jî li gelek welatan geriyem û min bi
çavên xwe dîtin paşî min nivîsand. Ez li
Mediya geriyem û min behsa avabûne
împertoriya Medan kiriye. hilbijertina Kayê
Medan Dîyako bi çi şêwê hatî hilbijertin
nivîsî. Fermana wî ya, ji bo avakirina
bajarê Hemedanê û heft surên li dora bajêr
nivîsî. Ciwan û sipahîbûbûna suran nivîsî.
Ji bo min dîtibûn, min baş dikarî bi hemû
şêwên wan binivîsim.
-Li paş
te bi du hazar salan, Campanella ji berhem
xwe re, kir bingeh û di rûyê te de, bîst û
heft salan di girtîgehê de raziya. Navê
berhema xwe, ji pasindana te, ya Hemedanê û
heft sûrê wê girt û navê wê kira Welatê
Rojê.
- Çima
di rûyê min de, di rûyê dîziya xwe de raziya
û ji kêmaqiliya xwe. Çi karê wî ji dîn û
dewletê heye? Dibe di welatê rojê de dîn û
dewlet gel bi rê ve dibê, nekesek bi tena
ser xwe.
Min
titiştê wisa ne gotiya. Wî ji serê xwe çê
kiriye.
-Di bê
ku tu bêjê, wî dizî negotiya bê Welatê Rojê
li ber kîjan berhemê girtiye.
Lê di
dema ku Campanella berhema xwe nivîsî de
kesî ne digot. Te jî ne gotiye, bê te ji
kîjan berhemê girtiye.
Ma
newisaye?
-Ehmeqo, ma di dema min de kes hebû? ku ez
bêjim, min ji wî girtiye?
-Çawa
nebûn? Hûrîyên xwediyê şeristaniya welatê
Sûmer çidikirin? Ferunên Misrê çidikirin?
Hemû yan dinivîsandin. Berî tu binivîsê
duhezar sal, li Uruk ê kayê welatê jor li
nemirinê geriye Gilgamêş.
Tu
bixwe, di pirtûka xwe de dibêjê, Hesidos û
Homeros nîjda yezdanên yunaniyan danîn. nav
û zêde nav li yezdanan kirin. desthilatî û
karên wane ji hev cûda kirin. Nêrînên wan
kifşkirin. Hesîdos û Homeros dîn û felsafa
yunaniya çêkirin û tu dibêjî ew berî min bi
çersad salî jiyane.
Vêca
çawa dibe ku kesî berî te nebû?
- Serê
her peyvê, gotinên min nebira!
-çawa
nebûn?
Ne tu
dibêjê ez bavê dîrokê me
ku
dê nebî, te çawa za? mêr nikarin bizin.
Divê
dayîk hebê heta tu bibê bav. Lê we nehişt
dayîka dîrok werê naskirin.
-Me
çima nehişt?
-We
dayîk kirine bin destên xwe û hemû feylezof
û pêxember ji mêran çêkirin. Ji bo wê, em
yek dayîka dîrokê nas nekin. We em kirine
xwedî dîroka bê dayîk.
-Li
vî ser jinikî binêrin, mêre mîna jina
dipeyîvê. -Ez rastiya ku serê hatî
nuxûmandin dixwazim zanibim.
-Tu
pirsên xwe bi pirsa, ji min re şîrova neke.
-Ka
bêja, bavê bê dayîk zayî, ew împertoriya ku
te gotî sed û pêncî salî rêveberî, ji hemû
gelên derdorê re kirî, çawa bû, di rûyê
xewneke de hate hilweşandin?
-Ji min
re, wisa hate gotin, min jî wisa nivîsand.
-Di
koçkên Persan de, ji te re hate gotin? Yan
li komalên Atîna?
-Li
gelek deran dihate gotin.
- Em
bêjin rast bû, Asiyege keçeke bi tenê hebû û
di xewna xwe de, didît ku dareke di nav
çaqên keçikê de dertê, Asiya û Ewrupa
digirê.
Xewn
zan, vê xewnê şîrove dikin û ji Astiyeg re
dibêjin ku kurik dê ji keça te re çêbe û ev
kurik dê têxtê te bigirê.
Ew
Astiyegê, ku Împrtora Medan bi rê ve dibe,
aqil nekê, ku keça xwe bide yekî Med ku ji
xwîna wî be? Baş e, em bêjin ku aqil nekir û
keça xwe da Persan. Dema ku kurik jê rê çêbû
Astiyege kurik ji pîrikên buyînê girt û da
wezîrê xwe yê herî nêzîk ku kurik bikujê.
Wezîr jî kurik nakujê naxwazê ku bibê neyarê
Kayê xwe û kurik dide şivanê kayê xwe ku
şivan wî bikujê. Şivan jî kurik nakujê û
weke kurê xwe mezindike. Lê dema ku kayê wî,
bi vê dihesê serê kurê wezîr jê dikê û goştê
wî, didê wezîr.
Serê
kurik jî nîşanî wezîr dike û dibê goştê te
xwerî goştê kurê te ye.
Ne wisaye?
-Belê wisa ji min re, hate gotin .
-Lê
te got, ez çîrokan nanivîsim ev çi ye? Ez çi
pirsê ji te dikim, tu dibêjê wisa ji min re
hate gotin.
Eyîîî, piyên min êşiyan, eyîîîîî çiqasî
têşin hûn nizan.
Salê
neh, deh ceran têşin.
Dibê ku
hûn vêga bi min dikenin. Hûn dibêjin yê
xwelkê ser we têşê, ya te çawa piyên te
têşin. Raste xelk di nav bebatê de kûr
dibin, ji bo wê serê wane têşê. Lê ya min
babet, li ser serê min kom dibin, ji bo wê
piyên min têşin. gelek di nav babeta xwe de
difetisin. Netenê serê wan têşê.
-Kî di
nav babeta xwe de fetisiya? Tu ji kê re
dibêjî?
-Ohoo
hûn heme digirin ser xwe, min ji we re got.
gelek di nav babeta xwe de wilqasî kûr dibin
difetisin. Min ne got tu.
Bêja,bêja kiya yê ku di nav babetê de
fetisî?
-Mînek
Nîetzsche jî, di nav babetê de kûr dibû lê
paşî çi hete serê wî tu zanî?
-Çi
heta serê Nietzsche?
-Ew
Nietzsche ku digot tişa her xirab
dilşewitandine. Lê paşî ew xwe, tavêjê
sikura Mehîna ku erabê dikişên û bi wê
digirî.
Ji
xwediyê mehînê re dibêjê gelek zehmetiyê
neda dayîka min. Bi herdu çavan rondikan
dibarêne. Duwezdeh salan bi vî helî dijî.
Ev ne
fetisandine lê çiye? Bavê dîrokê.
-Dema
ku ez tûre dibim tu dibêjî çima tu tûre
dibî? Tu pirsan dikî? An buyaran dibêjî?
-Em
werin ser pirsên xwe. Baş e, Astiyege
wilqasî kêmaqilbû, ku paşî goştê kurê Harpag
pê daxwerin hê wî weke wezîrê milê rastê li
ba xwe bigire?
-Tu
çima ji min vê pirsê dipirsî?
-Lê ji
kê bipirsim? Te bêjê, ji yên ku wisa ji min
re gotine bipirsa. Ji bo ku te wer kir,
Harpag nikarê werê civateke neviyên xwe.
-Pirsên
te yên çewit man?
-Ka tu
vêga bersivan van bidê paşî ez dipirsim.
-Min
netenê dîroka Medan nivîsî, lê tu bitenê
pirsa Medan ji min dikî. Çi nebe, min Med ne
weke ku tu dibêjî nazan dana nîşandin. Di
dema min de gelê ku herî li pêşbûn, min
birokiratiya dewleta wane nivîsand. Min cil
û berkên wane nivîsand. Dilovaniya wan li
hemberê cîranên wan nivîsand.
Min
mînak di dorpêçkirina Babîlê de, da ku
xwerekê Babîliyan têra wane bike, hemû jin û
zarok xwe kuştibû. paşî ku Med dikevina
bedenê, ji vî dîmênê hovane matmayî dimênin
û pêncî hezar jin didin Babîliyan, ji bo
nijda wan neqedê û kes nebêjin Med hovbûn û
nesilê Babiliyan qeland. Îro ku hê nijda
babîliyan mabe bi xêra Mad mane Xwelî ser.
Min lehengiya wan li pêşberî Atîniya li
pêşberî Lydia û hemû derdoran nivîsî. Da
bêje, min çi dî, nivîsandibane?
Min
lehengiyên Herpag li her derê got.
Min got
ku ser leşkerekî ku ji serkeftina dêr
nedibû.
Çi karim
bikim ez
heger zarok bigirî
dayîk bişkokên pêsîran
veneke
evîndar yarê bixwazê
lê yara xwe nebîne
cengewar li cengê
xwe nûnerê cengê nebîne
pakrewan
cihê gora xwe pêk neyne
dîl li bendîxanê
bi salan rojê nebîne
nîştiman we bi hesreta
wekheviyê
di nav şer de bimîne
oldar
ne oldaran
kafir
bibînin
bi navê
netew
peymanên bi neyar re
rewa
bibîne
wêrek mîna tirsonek
xwe
bilivîne
bi
peyva yektiyê
we bixapîne
ma çi karim bikim ez
Herpag, nehatibe
civatên neviyên xwe, ew û neviyên wî zanin
ne ez.
Tiştekî te rast e, ez
jî gelekî nizanim ka çawa Pers ketine pêş û
Med li paş man.
Lê di dema
min de Med û Pers weke yek bûn.
Min, li
gelek cihî, Med wek Pers dana nîşandin. Li
gelek cihan, Pers weke Med dana nîşandin. Ne
tênê min, yên ku li paş min hatin jî wisa
kirine. Ji bo ku herdu gel, weke yek gelî
hereket dikirin.
Bêje,
ji vê rewşa we ez tewanbar im?
-Te
birhên xwe, mîna baskên alo rakirine û bi
ser min de xwehir kirine, qerêja riha xwe bi
ser min de dediweşênê û pirsa tewanbar ji
min dike.
Ez
ji ku zanim kî tewanbar e?
Lê
ez dizanim
Ez
xewna xwe me
xewn
ez bixwe me
bi
hêza tîravêjên kardoxan
gûrzê Rustem
germa dilê Ferîdûn
birûskên jînza
min
diweşandin
li ser
gora evîndizan
bi
xoşewîstan re
dîlan
dihejandin
keziyên
rojê şedikirin
çavên
heyvê kil dikirin
di
malzaroka dilê xwe de
bi
awirê hêviyê
mijgulên xwe
dirêsitin
kevçiyên sifra guran dişikandin
di
milên mêxas û mêrxasan de
bi
Babilkanê çiya dilerizandin
xewnê
riya xwe windakir
û min
nedizanî
çi
çêdikim
û çi
xirabdikim
Gelî
civatê,
hûn ji
min re bêjin, tewanê kî/ê ye?
www.amouda.com