ابراج

 

العاب

 

صور

 

مسلسلات

 

افلام

 

فيديو

 

اغاني

 

الرئيسية

 

 
 
 
 
 

 

 
 

Amûdê

 

 

Arşek Baravî

 
Meyzekin hûn li dîrokê

Hûn hîn nabin şev û rokê

Kê daniye ne zarokê

Av diherrike cihokê

Kesê dîrokê nizane

Her belengaz û xizane

Ziman ji hevdû cudane

Herêmek ji kurdistane

Li ber çemê darê ji dûr

Orgêş û şermola bi şûr

Xuda qafên mejî sitûr 

Bi zanestî tev bibin gûr

Amûdê wergêr ji darê

 Bi ferman û  bi biryarê

Erê demê çewt û xwarê

 Lê çi amûdê çi darê

Amûdê kevnê bajara 

Jê koçbar bûn bi hezara

Heskê bû pêmaya dara

Lê her mebesta hejara

Ji yek rehê bûn hoz û êl

Lîstikê demê bûn şepêl

Jar û mestan her rrex û hêl

Amûdê wek derya bi pêl

Amûdê efsana kurda

Her mayê li şûna derda

Têkoşîna her comerda

Mina kerkûk û serheda

Av şêrînê ax buhayê

Tu kes ji ter ne nixyayê

Bi derûnêv girêdayê 

Dayik û dîrok yasayê 

Hey percoya pêllerzên deng 

Hemû pêhrest hemû ferheng

Welat bi te bi nav û deng

Pêmaya cengan ey leheng

Tuye durryana welatan  

Bingeha karê civatan

Qatî nebû bi malbatan 

Hêzdariya qor û qatan

ew dîroka dûr û dirêj

kî çiqas karibe bibêj

zana danîn nekesên gêj

 tîbûn jêrre dike nimêj

di çav min de ne mezine

min ne ji her tiştê dine

 lê darê her warê  mine

darek mezin sî li bine

pirrin gir û bajar û gund

mîtan wan ji somer distend

ji we re îro çend û çend

xortên bedew keçên lewend

hovkên neyaran bûn sedem

ji ereb û tirk û ecem

tu ji wan re bûye berhem

her li rû wan maye kelem

 ji hêla başûrê welat

hêvîdarên kar û xebat

qamişlo jê şîn daye kat

dil jêre dike kêferat

setemê da perîşanî

tev belav bûn ji xizanî

avakirin bi mêranî

 her maye stûna jiyanî

ciyê bavan û bapîra

warê jîrzanan û zîra

dijî çikûz û nankwîra

 tu beja nêçîra jîra

destê mirov ji te nabe

çima kirî tu xwedabe

wê jiyan bê te çawa be

canfîda bim ku tu şabe

çîz û awaza te ye gel

hilma te lê ebre nefel

şehnaza astên bê têvel

bersivdana keç û zexel

arduwê netewî tu ye

 ji her deran te stendiye

ev karê neştimaniye

  ji wî kesê amûdiye

 

 

 
 
 
 
 
 

E-mail    info@amouda.com

Webstats4U - Free web site statistics