|
|
|
Hozanvanê navdar Ehmedê Xanî |
Ehmedê Xanî ( 1650 -
1707 ) z.
|
|
|
AFERÎN BO TE
Îşweyek da me seher wê periya
horî sirişt
şefeqê berq û cemalê dil û can
suht û perişt (berişt)
Me nizanî ku melek yane beşer
yane çi bû (ya perî bû)
Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê
vedimişt
Ke’betullaha cemalê me dikir
çîne tewaf
Xeyberî hatine min xal û xet
çember û qişt
Ilmê esma me jiber kir di
debistanê sifat
Talibê Zatê me, lew min şemirand
baxê Bihişt
Ademê kamil ezim, bûyî me
mescûdê melek
Muddeî ger nebitin secde bi min
ha serê xişt
Xaniya dê hebitin bê huneran laf
û guzaf
Aferîn ber te! Ku ev şîwe ji bo
kes te nehişt
|
|
AXÎRET FIROŞÎN
Da zenn ne birîn ku em xemûşîn
Em beste dehan û dil xurûşîn
Genca me di dil, guher tijîne
Her çendî îyan xezef firoşîn
şahîn û bi xef, bi libsî dîba
Zahir ji xwe em pelasî poşîn
Mucmer sifete me cism û can, ûd
Dil ateşe,daîma bi coşîn
Meyxane bihiste, Hûre Saqî
Kewser Mey e,lew Me bade noşîn
Bê hûdene lafê lew ku Xanî
Dunya kirr û axîret firoşî
|
|
BAXÊ SORGULAN
Ez çûme baxê sorgolan Wextê
sehergahê bixef
Min dî sedaya bulbulan
Dagirtibûn her çar terf
Sewta hezar û qumrîyan, dengê
rubab û muxennîyan
Teşbîhê bezma bengîyan, hevdengê
hevbûn çeng û def
Manendê mest û serxweşan, ez
çûme bezma mehwesan
Ebrû keman û çavreşan, cerg û
dilê min kir hedef
Peygan di cergê, dîlberî ten
bûye sendûqa berî
Seddeq ji husna wî perî, hêja li
min bû, kerb û gef
Hêja li min bû kerb û kîn, zahir
xezeb, batin kenîn
Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê
me dîsan kir telef
Dîsan hebîba çav belek, îhsan di
gel min kir gellek
Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me
tînin qişt û lef
Xemrîy û qişt û zulf û xal,
hemyan li ser ruxsarê al
Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk
alîyan bûn sef bi sef
Sef sef medî wê kirye ceng,
hindek hebeş hindek fireng
Vêk raperandin wek xedeng, dîger
hebûn wan laf û leff ( geff )
Diger hebûn de´wa û şerr, derbû
li min tîpa teter
Jêk rakirin qelbu cîger rihtin
ji dil xwîna bikef
Rihtin gelek xûna dilan sehmarê
zulfê sermilan
Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar
ji fincana sedef
Wan meyxuran ebter kirin, bê
quwwet û rengzer kirin
Wellah „ ji dil kher-kher kirin,
„ Xanî “ bi sed ah û esef ( Xanî
bese! Ah û esef )
|
|
DILA
Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te
cuz’ek nebit lalî
Dilarama! Ne mec’zûbek heye,
sirra te jê xalî
Eger sirra di qelban e, weger
Nûra di wechan e
Bi min yek reng û yek ta ne, di
gel yek bûn li wî alî
Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî
cotin ne tek hatin
Wekî çavêt belek hatin, bi hev
ket şahî û te’lî
Eger çist e eger Nûr e, eger
nêzîk eger dûr e
Birîna aşiqan kûre, ji ser tîra
kurrê Zalî
Ji ser tîra mucewher bû, çi awir
bû, çi xencer bû
Ji bo min ra muqedder bû, dema
puf kirne selsalî
Weger selsal û fennar im, tijî
nûrim tijî narim
Di batin şubhê xunkarim, bi
zahir ketme vî şalî
Bi zahir şalê xweh zîba, gellek
etles gellek dîba
Gellek sîm û gellek şîba, me
havêtin, cîger nalî
Cîger nalî me havêtin, hemî yek
yek hilavêtin
Gello kî bit ku navêt in,
hebînek çar û deh salî
Meger hermin divê dîlber, du sed
îlman bikim ezber
Ji xilxalan dibit ebter, Mela
meqsûde xilxalî
Mela meqsûdê min xal e, ne mulk
û menzel û mal ê
Ne îlm ê qal e, ê hal e, me
hasil kir bi ebdalî
Me hasil kir bi xêzanî, bi
muştaqî, bi heyranî
Wekî genca di wêranî, me peyda
kir bi remmalî
Bi remmalî me peyda kir, dilê
xemgîn me pê şa kir
Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî
zêrra du sed salî
Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û
emr û ferman in
Bi tuxra û bi nîşan in, di dest
uşşaqê delalî
|
|
DILÊ ŞEYDA
Disan dilê şeyda ji nû, da
îxtîyar perwazî kir
Seydek dîye ber daye dû, meyl û
fira şehbazî kir
Meyla wî mehza hîkmet e, şeyda
wî enqa şîret e
Teyrê wî bala hîmmet e, lewra
teleb efrazî kir
Enqa bi dest kes nakevit, damek
divê ew dakevit
Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê
seyda bazî kir
şeyyadiya min bû ebes, daîm li
min teng bû qefes
Rahet benûm ez yek nefes, min
lew bi efxan sazî kir
Saz û semaya suhbetê, govend û
çerxa de’wetê
Fikrîme şekl û qametê, bîr têne
mi-b awazî kir
şeklê mecazî çendek e, şeyda
heqîqî werdek e
Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me
ber endazî kir
Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek
li pêsber xûn bitin
şunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf
ji çavan bazî kir
şunqarê çav teyxûnê dil, berdane
dû çavên bi kil
Xanî! Ewan gêra xecil, lewra
mecaz axazî kir
|
|
ENQAYÊ BEQA
Beydayê fena gerçi benim
rehguzerimdir
Enqayê beqa hîmmetê hemrahê
perimdir
Wehm eylemezem sehmê bela,qewsê
felekden
Atilsa, çu destimde tewekkul
sîperimdir
Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê
belayem
Başimda bela berg û meşeqqet
semerimdir
Saqî bana îmdadi kilip, fatihê
bab ol
Meyxane terîqimde kim evvel
seferimdir.
Ben aşiqê dîdarê ne hacet xemê
diwar
Cennet dexi ber perde ê qet’ê
nezerimdir
Perwane ê perr soxîte ê şem’ê
qedîmim
Nîranê cehennem şererê bal û
perrimdir
Alam û cefasîle xweşim ben rehê
îşkin
Xanî! Bana bu yolde, qedem çeşmê
serimdir
|
|
ERŞÊ MUELLA
Ey ayîne ê dil bi Cemala Te
mucella
Sed sefhe bi yek zerre ji nûra
Te mutella
Insan, Te ji bo alemê Kubra kire
nusxe
Lew mudxeyekî jê Tu dikî Erşê
muella
Wehdet bi heseb kisretê e’yanê
mezahir
Her so bi sifatan diketin keşfê
tecella
Lew muxtelefîl-qewl û emel bûne
xelaîq
Kafîr, ji senem bûne bi navê Te
tesella
Sirra xwe nîhanî ku Te da Ehmedê
Xanî
Ez xeyrê berî şud, be Ti awerdî
tewella
|
|
EY DIL
Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê
giran bihayê zulf
Bigrî, bizan dê ku mecan!
Cewherê can fedayê zulf
Xunçeyê tengî hewsele, dil ji
rikan bi girt debî
Subhîgehan ku seh di ket lexlexe
yê hewayê zulf
Meşqê diket wek kutuban Rûyê
Nigar û Husnê xet
Bende hezar û tiflê dil, hatine
ber Melayê zulf
Aşiqê bê ceger meger sebrê ji
can û dil di ket
Manîyê gencê meqsede, heybetê
ejdehayê zulf
Herserê mû bi sazekî, cilwe
diket bi nazekî
Aşiqê îşqîbazekî, bendî diket
belayê zulf
Rom û fireng û hîndîyan, xal û
nîsan û xemrîyan
Xencer û şîr û misrîyan, ceng e
li ber liwayê zulf
Tac û tomar û bin perran, le´l û
guhar û gewheran
Serxoş û dîn û ebteran, reqse
digel semayê zulf
Law û rewal û rêspîyan, mîr û
wezîr û cundîyan
Serxoş û mest û bengîyan, derde
ji macerayê zulf
Şêx û mirîd û salikan, şah û
feqîr û malikan
Cust û çeleng û çapikan dilket û
bende payê zulf
Ef’a û mar û ejder e, misk û
zebad û enber e
Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê
hewayê zulf
Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û
çenk û nayekî
Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê
dil rubayê zulf
Mîr û mela û mahîran, çendî
belîx û şaîran
„Xanî „ û hindî haziran, dade!
ji ber belayê zulf ( derde, ji
destê tayê zulf )
|
|
EY DILA
SAQîYê MEHWEş
Ey dila ger te divêten bibî daîm
mesrûr
Di terebxaneyê dunya wexwe ava
engûr
Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê
bidirîn
Ji meqamî kî behîştî ji sedayê
Tenibûr
Zemzema zemzemeya rahê Huseynî
ji Hicaz
Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite
beytîl me’mûr
Perdeyê zulmetê eşxalê cihanê bi
dirrîn
Ji netergahê cemalê Tu hîcabê
bike dûr
Menzerê dîde ê canê Te munewwer
nebitin
Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji
xal û xetê hûr
Gunehan ger nebûwa lezzet û
zewqek haşa!
Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb
me’cûr.
Mey û me’şûq û hewesbazîyê
dunyayê zuhûr
Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah
ê xefûr
Min guneh tê bi gunahan ku di
nêv baxê cîhan
Semerî xweştir ewin, bûn bi
heramî meşihûr
Hinkî dewrê felekê saxirê meh
dewrî diket
Meh û salan digirit herwe ji
(umrê) emrê me qusûr
Rabe ey saqiyê mehwes tu ji
rexma felekê
Bide min badeî le’lî Tu ji cama
fexîfûr
Şêxê cam er nefesî hemdemî dil
ket bi mirad
Li miradê dilê murde dibîtin
keşfê qubûr
Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil
qet’a
Ne bi çeşmê dilê nazir,ne bi
rûyê menzûr
Îşqî bazî du terîqe,çi heqîqet
çi mecaz
Şem’ê can dê bi qejîtin,çi bi
nar û çi bi nûr
Şebê zulumatê bi îmkanê dibit
subhî numa
Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête
zuhûr
Ser û mal û dilû canê me fidayê
Te bitin
Bike qelbê me tu saqî ji şeraba
xwe tehûr
Da bikem keşfê meqamatê ulûwwê
derecat
Ya bikem keşfê keramatê ji dara
mensûr
|
|
EY DIRÎXA!
Ey dirîxa! Ma me tenha ez ji
şemsa xawerê
Xan û man têk bûne zulmet, paşî
wê dêm enwerê
Paşî lêvên wê venaxum mutleq ava
Kewserê
Min nevê dunya bi carek, piştî
wê sîmîn berê
Ger bizanim ez di hesrê da
nebînim dîlberê
Cennetê dê pê çi kem! Pê wer bi
kem xakisterê
Sed texabun! çu ji bal min ew
hebîna çav belek
Ah û efxanê ji min daîm di çûn
çerxa felek
Hem ji ber feryadê min aciz
dibûn îns û melek
Mam di qeyda dax û derdan pasî
wî zulfên xelek
Hîcreta yarê bihatim subhê findê
şu’ledar
Ketme sêla îştîyaqê, ji-htiraqê
bûme nar
Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim
têkve bûm xubar
Min nevê dunya bi carek piştî wê
çavî xummar
Ger di hîna ez wefat kim, bête
ser min Ezraîl
Mujdeya xuldê bidet min hem di
wê geh Cibraîl
Xidr û îlyas hem bibîtin her ji
boy min re delîl
Dê bibêjim min nevêtin xuld û
kewser, Selsebîl
Çerxê kec reftarî waweyla! Ku ez
talan kirim
Ser bi gerdan bûm û lêkin zêde
sergerdan kirim
Bê dil û şuxl û hewes, carek ku
bê iz’an kirin
Zêde wê bê murwetê ev reng ku ez
talan kirim
Zînîhar! Ey dosîtan wextê dikim
ez hîcretê
Wan du mîsraan kîtabet kin li
belgê kaxetê
Da di dest min da senet bit ew
di hîyna hezretê
Wesfê halê min bibêjin ew di
wextê wesletê
Xanîya ta key bibêjî ev sual û
ev cewab!
Ew ji wî sadir bûye ey bê edeb,
ey bê hîcab!
Ew qedaya barîye, razî bibe ey
mal xirab!
Belkî bîtin mûcibê narê ji bo te
ew xitab
|
|
EY WAHIDÊ PÎNHAN
Ey wahidê pînhan ku ji zatê Te
ne peyda,
Ev kewn û mekan, erd û sema
kûnbedê xedra.
Erwah û ûkûl, Enfûs û E’raz û
Cewahîr
Halîn û musewwer, ne Mehell û ne
Heyûla
Lewh û Qelem û Kursî û Erş,
Encum û Eflak
Hem agir û hem ax û hewa,cumleyê
esya
Sed qafile mewcûd û
peyapey,mutewatir
Her lehze ji Sehra yê edem tên
bi temenna
Hin, neqdê fenayê diguhorin bi
beqayê
Hin,neqdê wucûda xwe dikin bê
bedel îfna
Her yek bi wucûda xwe wucûda Te
dixwazin
Bil cumle xirîdarê cemala Te ne
heqqa
Lew suphet ê pîra bi hewes
talibê Yûsif
Dor hatîye ‘Xanî‘ kelefa rîsê di
desta
Ew jî bi meta ê xwe qumasê Te di
xwazit
Subhaneke len tu’yîse mîn
rewhîke eb‘da
|
|
HERO SEDCAR
Hero sedcar ji îlfa wê, di bim
keyfê li meyxanê
Vebir min têt ku zulfa wê,
dinalim Ez ji hicranê
Di nalim lew gelî yaran ji
çehvan xûn diçit baran
Ji sehma eqreb û maran wekî ew
têne lêkdanê
Wekî ew têne ser balan bibînin
nuqte û xalan
Bi nefş û xunçe û alan, di ser
da mahê tabanê
Di ser da ew meha enwer, ji
reyhan sunbulan da ser
Kirim sewda û hem ebter, ji min
dil bir bi talanê
Ji min dil bir evê carê, ku min
dî qameta yarê
Wekî selwê li cobarê, vemesya
hate eywanê
Vemeşya ya ew sifet horî, ji
rengê sorgula jorî
Ruhê şirîn dikim gorî, ji bo
xalê û nîşanê
Nîsan û sûretê re´na, didin ku
li miskê sed te´na
JI Xanî lêne pirr me´na, wekî
Ayatê Qur´anê
|
|
HER DINALIM
Her di nalim şev û rojan, meger
ez Eyyûbim ez
Hêstiran her vedimalim, meger ez
Yequbim ez
Bigirin dest ji me bêrûn, kul û
derdan ku yek in
Wer bi pêçin bi cefayê xwe, ku
ez mektûbim ez
Hindekî xem hene daîm li min ew
vêk dikevin
Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî
mehbûb im ez
Xem, telebkarê meye, em xo
telebkarê dîyar
Weh tilismê telebim ez, talib û
metlûbim ez
Eceb îqbalî ji bo min nihe “
Xanî “ ku li bal
Padîşahê xem û derdan, wehe ez
merxûbim ez
|
|
HILO
Dilo, rabe xwe kêf xweş ke,
biçîn seyra gulistanê
Bese, carek tu xwe bi weş ke,
Hilo! Da biçne seyranê
Gulîstan wekû sorgul tê, çimen
misla ku sunbul tê
Hezar bulbul bi xulxul tê, di
fesla mahê nîsanê
Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû
dîlberek dîsan
Be dil meş´el çira îsan, me can
da şubhê perwanê
Me can da dîlberek sade, letîf û
sox û begzade
Ji qeydan kir me azade, nîhan
xwendîme diwanê
Nihanî, xelwetek da min, ji
le´lan şerbetek da min
Bi dîn guh şîretek da min, girim
bende di fermanê
Ji fermanê kî haziq bit, û
naxwazî munafiq bit
Divê her dem muwafiq bit, wekî
şêxê di senanê
Wekî şêxê, dê hazir bit, li
fermanê ku nazir bit
Bi emrê dostê kafir bit, bi
sojit suhfê quranê
Disojim suhfê mektûbê, bi emrê
yar û mehbûbe
Dema dil dim bi metlûbe didem ez
dîn û îmanê
Eger dîlber mecazî bit, ji rengê
lebsê xazî bit
Bila sofî ne razî bit, bi mîne
ew di hirmanê
Binê, sofî qewî dîne, wekî
xuffasê miskîne
Li nik wî roj tureng nîne, xwe
naspêrit direxşane
Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê
dûrîda maye
Li ber wî derge dadaye, nehîste
bête dîwanê
Ez im serxwes ji wê camê, ez im
ruswa di nêv âmê
Ez im enqa ketim damê, bi zulfa
ser li xal danê
Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa
tîtik û alan
Dil û canê me ebdalan di bit
dîsa di talanê
Di talanê ku sed ser çûn,
hezaran genc û gewher çûn
Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „
Xanî „ beske efkanê
|
MEDHÎYE Û MERSÎYE-
(PESINNAME Û ŞÎNNAME)
(Der bareyê Muhammed begê Bazîdê
da)
Kanê Muhammed beg gelo? Ka
Padîşahê Serhedan?
Îro ji dil bigrîn dilo! ka
Padîşahê Serhedan?
Îro bi bînin îbretê, axa û xelqê
hêşetê
Kanê xwedanê xîretê,ka Padîşahê
Serhedan?
Mîrê di nêv mîran bi nav, esheb
suwarê rim zirav
Bala bilindê perr belav,ka
Padîşahê Serhedan?
Kî, dî we reng zatek şerîf,erkan
û ezmanek letîf
Alem didest wî bû zeîf, ka
Padîşahê Serhedan?
Koma Dimil bû sê hezar,sed
Mîrekan vêkra du car
Jêk rakirin,kir tar û mar,ka
Padîşahê Serhedan?
Senceq ji ser qemmê birrî,
Bitlîsîya wan jê kirî
Xanê Dimil ker bû, çirrî,ka
Padişahê Serhedan?
Kanê ezîzê Misrîyan,kanê edûwwê
Wanîyan
Kan hevrikê Mahmûdîyan,ka
Padîşahê Serhedan?
Kanê emîrê namîdar,serhed nişînê
xundekar
Pasan ji bo pêşkês hinar,ka
Padîşahê serhedan?
Kanê emîrê zî funûn,ka aqilê
teb’et cunûn
Alem li ber wî bûn zebûn,ka
Padîşahê Serhedan?
Çend mîr û hakim rakirin, çend
xan û sultan da kirin
Kom û heşem ber Ba kirin,ka
Padişahê Serhedan?
Ew hakimê pirr nav û deng, hem
teb’etê Teymûrê leng
De’wa dikir biçye Frenk, ka
Padîşahê Serhedan?
Pêla ku wî dîwan di girt, xelqê
edeb erkan di girt
Heybet ji wan dîwan di girt, ka
Padîşahê Serhedan?
Wextê bi ser hespê diket, şeş
caniban rev pê di ket
Heybet bi ser xelqê di ket, ka
Padîşahê Serhedan?
Daîm edalet pêse bû, xayet deqîq
endîşe bû
Nazik tebîet şîşe bû,ka Padîşahê
Serhadan?
Dîwan û edl û dadîgîr, îz’an
pirr û roşen zemîr
Hetta xweşîn nakin ji bîr, ka
Padîşahê Serhedan?
Dîwan û eywan sanisîn, ew sedr û
hewzê nazenîn
Man şubhê firdewsê berîn,ka
Padîşahê Serhedan?
Ferşên di dîba û
herîr,îstebreqên wî bê nezîr
Bê îxtîyar mayîn ji bîr,ka
Padîşahê Serhedan?
Ev xalîyên ermûşê
qezz,wernagirin kes şubhê xezz
Xalî bûyîn meydan û rez, ka
Padîşahê Serhedan?
Rez bû mîsala cennetê,eywan ji
sun’a qudretê
Kes nîne tê ket suhbetê,ka
Padîşahê Serhedan?
Elmas û le’l û gewheran,Tomar û
tac û bin perran
Hedd nîne bêxme defteran,ka
Padîşahê Serhedan?
Ew şehnişîn û hewz û
av,nêçîrgehê pirr seyd û rav
Nabit bibêjim ez bi nav,ka
Padîşahê Serhedan?
şahînşehê gerden firaz,aza kirin
Teyhûn û qaz
Terxan kirin Teyxûn û Baz, ka
Padîşahê Serhedan?
Mîrê Me wa nabit suwar, têr bûya
ew naçit şikar
Teyxûn û Terlan man li xwar,ka
Padîşahê serhedan?
Serdarîya koma gelek naket
suwarê çav belek
Çavet spî bin ey Felek! Ka
Padîşahê Serhedan?
Taq û Rewaq û menzeran,kosk û
kelat û xeyberan
Wan cumle nîşan heyderan,ka
Padîşahê Serhedan?
Ew cumle,wî îcad kirin,her çend
qewî bunyad kirin
Çerxê,hejand berbad kirin,ka
Padîşahê Serhedan?
Xwahê Kelatan bê zefer,dijmin ji
ber wî bê meferr
Wê çûye nêva ax û ber,ka
Padîşahê Serhedan?
Dunya di borîtin bi dor,umrê
ezîz nadin bi zor
Dewlet di bên: Naçîte gor,ka
Padîşahê Serhedan?
Yareb hebit ocax qedîm,emmên di
wî, xweş bin emîm
Bilxasse ew durra yetîm,ka
Padîşahê Serhedan?
Durdanyê gewher sedef,ew ma ji
wî neslê xelef
Ya Reb nekî wan zû telef,ka
Padîsahê Serhedan?
Xanî! Tu jî, destan hilîn,Her
çend ku zêde dil kulîn
Îro ji mîrê sailîn, ka Padîşahê
Serhedan?
Em jî di bên : Xanî mîsal, kanê
hem û dost û heval
Ka tac û text û mulk û mal, ka
Padîşahê Serhedan
Ka mîrek û xan û xwe dan,ka
çadir û konê vedan
Zozanê Qardox û Medan,ka
Padîşahê Serhedan?
Kanê welat kanê welat,ser kanîya
avul heyat
Ka Xizrê azadî ne hat,ka
Padîşahê Serhedan?
|
|
ME DÎ NEQSEK
Me dî neqsek ji neqsê
Neqşebendan
Vebû qeydê di min yek yek ji
zendan
Kuşada dil ji bo min ra muyesser
Ne bû bê suhbeta sûret lewendan
Li min kurt bû rîya Ke’ba wisalê
Bi nûra tel’eta bala bulendan
Rezîl û ser xwesim wellahî waiz
Li min zayî‘ meke wan we’z û
pendan
Mesed hêvî heye dîsa ji seyyad
Me aza ke ji qeydê qeyd û bendan
Ji ahoyan, me hoyan xwestin emma
Dilê min ma di gel mişkîn
kemendan
Dilê Xanî eger çi genc û xane
Belê qet kes ne got Xanî bi
çendane
|
MEM Û ZÎN
( DESTPÊK )
Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah
Ey metle'ê husnê 'işqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya 'işq
Ismê te ye neqşê xameya 'işq
Bê neqşê te, neqşê xame xam e
Bê namê te, name natemam e
Namê te ye sahibeytê meqsûd
Fihristê mukatebatê mehmûd
Medmûnê muraselatê la-reyb
Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb
Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb
Me'sûq tu yî, bi fexr û naz î
'Aşiq tu yî, lêk bêniyaz î
Mutleq tu mufîd û mustefad î
Bêşubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê 'aşiqê zar
Şem' î, ne ji qismê nûr û nar î
Şems î, ji 'eyan tu perdedar î
Genc î tu di nêv tilismê 'alem
Kenz î tu 'eyan ji ismê adem
Ev 'alem û ademî û meshûd
Ev mumkin û masiwayê mewcûd
Hemiyan bi te ye mudare û debr
Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr
Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem
Mewcûd kirin, xered çi adem
Adem bi xwe yek ji herdiwan e
Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane
Ew herf, heqîqeta muheqqeq
Hem emr e bi qudreta te hem xelq
Esbah muressem in ji nasût
Erwah muwessem in ji lahût
Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
Nasûtî egerçi rengsefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e
Herfa ko me gotî, neqşihûr e
Lê meqsed û me'neya wê kûr e
Zahir te eger numaye suxra
Batin ew e neqşê xame kubra
Mewcûd e di wî şehadet û xeyb
Meşhûd e di wî şiyadet û 'eyb
Insan bi xwe hem zelam e hem nûr
Adem ji te hem qerîb e hem dûr
Hindî weh ko cinsê 'alemî ne
Ew tabi'ê new'ê ademî ne
Evrenge felek hemî mu'ezzem
Evçende melek hemî mukerrem
Ev karegeha 'ezîm û dewwar
Ev baregeha bedî' û seyyar
Evçende zemîn digel 'enasir
Evrenge 'ered digel cewahir
Evçendehe ni'met û nefa'is
Evrengehe me'kel û melabis
Evçendehe mudde'a û metlûb
Evrengehe musteha û mehbûb
Heywan û me'adin û nebatat
Metlûb û meqasid û muradat
Bi l-cumle ji bo me ra li kar in
Fi l-cumle ji bo me ber di bar
in
Heqqa ko te xweş nizam û rewneq
Tertîb kirin ji bo me el-heq
Em xafil û 'atil û gunehkar
Mayîne di qeydê nefsi emmar
Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û şikrek
Xanî ko nehin bi qelbî zakir
Barî bide wî zebanê şakir
* * * * *
Ey şukrê te cewhera zebanî
Wey zikrê te seyqela cenanî
Ey wahidê bêşerîkê yekta
Wey wacidê bênezîr û hemta
Ey baqiyê bêzewalê da'im
Wey hadiyê bêfenayê qa'im
Ey xaliqê erd û 'asimanan
Wey xaliqê cumle ins û canan
Mulk û melek û felek bi carek
Bi l-cumle te çêkirin tebarek
Şubhaneke kulle ma xeleqte
Ehsente fe-keyfe ma feleqte
Herçî ko te çêkir ey nikûkar
Heryek di hedê xwe da sezawar
Ev neh sedefê di pirmirarî
Dirrê di sefîd, sefaf û tarî
Heft di mişalê durrê xeltan
Herşeş cihet û çihar erkan
Hersê weledê di pirmewalîd
Xebra û sema digel meqalîd
Lewh û qelem û sewabit û 'erş
Heywan û nebat û me'den û ferş
Zahir kirin ev qeder sena'i'
Peyda kirin ev qeder beda'i'
Heryek ji 'edem kirin te peyda
Ibda' kirin te bê heyûla
Fi l-cumle çi ewwel û çi axir
El-qisse çi mu'min û çi kafir
Her yek ji te ra we bûne mezher
Ewreng di wan tu bûyî mudmer
Bê husn-i te nîne wan wucûdek
Bê nûr-i te nîne wan numûdek
Hikmet ew e batinî û zahir
Qudret ew e xa'ibî û hadir
Nînin te tecezzu' û temekkun
Emma we di wan dikî tewettun
Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî sehrek in tu xan î
Husna te ye zîneta hebîban
Reşka te ye xîreta reqîban
Meyla te ye 'aşiqan dikêşit
Derdê te ye dil ji ber diêşit
Şîrîn te kire şekir li Perwîz
Ferhad ji rengê eskê xwînrîz
Leyla te kire bela li Qeysî
Ramîn bi te ram bû li Weysî
Yûsif te çira numa Zuleyxa
Wamiq te kusa gihande 'Ezra
Şêxê weko pênce hec bijarî
Dîn kir te ji bo keça kufarî
Nîlûfer nazperwerî kir
Ew jî te li mihrê muşterî kir
Balayê bilind te daye ser wan
Pabendê bela te da tezer wan
Sorgul te kirin ji xar peyda
Bilbil te kirin hezar seyda
Xweşrengî te da giyayê sorgul
Xweşdengî te da newayê bulbul
Ronahî te da serê şemalan
Perwane kirin bi şewqê talan
Mehbûb te çêkirin di dilkeş
Meczûb te pê kirin musewweş
Ev 'işq û mehebbeta di dil da
Ev zulf-i şelaşilê di mil da
Aya ne te çêkirin muqabil
Heryek te bi hev kirin mu'adil
Ayîne te çêkirin mukerrer
Husna xwe di wan te kir musewwer
Ayîne li pêş-i tûtiyan girt
Davik te li pêş-i kûviyan girt
Ayîne ji wan we ye ko av e
Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e
Neqşê te dibînin ew di avê
Nakin hezerê ji av û davê
Lebtesne teleb dikin zelalî
Wî dane û dam û zulf û xalî
Meqsûd ko bû ji pêş ve hadir
Dê qesd bikin cemî'ê nazir
Tûtî bi xwe ma şekir dirêjin
Herçî dibihên ewî dibêjin
Wê meqsedê muxteser dibînin
Pabend dibin gelek dimînin
Meqsûd û muradê dil tu şa yî
Emma tu tudillu men teşa'î
Herçî te divê bibî delalê
Pabend dikî bi zulf û xalê
Herçî ko tu bînî ser hîdayet
Vê ra Bekirî bikî 'înayet
Hadir wî dibî meqamê me'lûm
Ger xadim e wî digêrî mexdûm
Bê secde te ey cenabê me'bûd
Adem kire qiblegah û mescûd
'Îsa kusa gihande ewcan
Aya bi çi te hebande ew can
Dersa ko bi xef te gote Idrîs
Elbet diçû meqamê teqdîs
Iblîsê, feqîrê bêcinayet
Hindî te hebû digel 'inayet
Her roj-i dikir hezar ta'et
Lewra ko te da wî istita'et
Wî secde nekir li xeyrê me'bûd
Gêra te ji ber derê xwe merdûd
Yek secde nebir li pêşê exyar
Qehra te kire muxellide n-nar
Elqisse ji hikmeta te agah
Ferdek me nedî tebareke l-lah
'Irfan-i teleb di şahibê idrak
Derheqqê te gote »ma 'erefnak«
Xanî bi nezaniya xwe derheq
Gumrah bibit ne dûr e el-heq
Illa ko meger mu'în Xwida bit
Ya rahiberê wî Mustefa bit
Ya reb bi heqqê Mustefa kî
Xanî bi xwe ra tu asina kî
* * * * *
Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke
Da cam bi mey cihannuma bit
Herçî me irade ye xuya bit
Da keşf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser iqbal
Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê
Ya her wehe dê li ’stiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit
Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb
Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hişyar
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padişahek
Şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi şikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meskûk
Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi şikkeyê ‘ezîz in
Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir
Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e
Ew ‘ar li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şa‘ir û feqîran
Herçî bire şîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mîrî
dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim di destê şîrê rûs e
Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ‘eta û bexşîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet
Mehra te çi gote min ko himmet
Hasil ko dinê bi şîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi şîrî sehrê şuhret
Tesxîr kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem
Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê burcan
Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kinar in
Herdu terefan qebîlê kirmanc
Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in şedîd in
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi şîr û himmetê dad
Hindî ji seca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û siqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidankemalat
* * * * *
Xanî ji kemalê bêkemalî
Meydana kemalê dîte xalî
Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi te‘essub û ‘eşîrî
Hasil ji ‘inad eger ji bêdad
Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad
Safî şemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lisanê kurdî
Înaye nizam û intizamê
Kêsaye cefa ji boyî ‘amê
Da xelq nebêjitin ko ekrad
Bême‘rifet in, bêesl û bunyad
Enwa‘ê milet xwidankitêb in
Kirmanc-i tenê di bêhesêb in
Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc
‘Işq-i nekirin ji bo xwe amanc
Têk da ne di talib in, ne metlûb
Vêk ra ne muhibb in ew, ne
mehbûb
Bêbehre ne ew ji ‘işqibazî
Farix ji heqîqî û mecazî
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me jî xwidanek
‘Alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an
Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me‘mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
çi b’kim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumas-i ra xerîdar
Xasma di vê ‘esrê da ko himyan
Me‘sûq û hebîb e bo me hemiyan
Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar
Heryek ji me ra we bûne dildar
Ger ‘ilm temam bidî bi polek
Bifroşî tu hikmetê bi solek
Kes nakite meyterê xwe Camî
Ranagiritin kesek Nizamî
Weqtê ko me dî zeman e evreng
Fi l-cumle li ser diravî bû ceng
Hez kir me bibîne kîmiyager
Gava ko me dî nebû muyesser
Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir
Tesfiyyeê cewher dexel kir
Qelbê me nekir qebûl-i hîle
Qet bo xeredê nebû wesîle
Dîn çû û neket bi dest me dînar
Pasê ji neçarî bûyîne seffar
Sifrê xwe yê xef me eşkera kir
Qirtasiye bû me lê du‘a kir
De‘wet geriya bi sidq icabet
Bû wasiteê qezayê hacet
Ev pol egerçi bêbeha ne
Yekrû ne û saf û bêbeha ne
Bêhîle û xurde û temam in
Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in
Kirmancî ye sirf e, bêguman e
Zêr nîne bibîn sipîdeman e
Sifrê me yê sor e, aşikar e
Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e
Neqdê me mebêje kembeha ye
Bê şikkeyê şahê sehrewa ye
Ger dê bibûya bi erb-i menqûs
Nedima wehe bêrewac û mexsûs
Mehbûb e, bi kes ne namizad e
Lew bextsiyah û namurad e
Qirtasiyeya me bêpenahan
Bê derb-i qebûl-i padişahan
Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman
Meqbûl e li ba gelek hekîman
Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak
Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak
Mîrê ko bi navê Mîrza ye
Mehza nezera wî kîmya ye
Qelbê di zexel dikit bilorî
Polê di dexel dikit filorî
Sed bar hebin filûsê ehmer
Derhal-i dikit bi yek nezer zer
E‘layî dikit bi qehrê edna
Ednayî dikit bi lutfê e‘la
Pasan digirit wekî esîran
Aza dikitin wekî feqîran
Herroj hezar bênewayan
Herlehze bi lutf sed gedayan
Zengîn dikitin bi destê himmet
Hikmet ew e nakitin çu minnet
Ger dê wî nezer bida me carek
Iksîrê teweccuha mubarek
Ev qewl hemî dikirne es‘ar
Ev pol hemî dibûne dînar
Emma nezera wî zêde ‘am e
Lew xas-i nezer ji dil neda me
Ew rehmet xas e bo ‘ewamî
Ya Reb, tu bidî wî her dewamî
(Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)
|
MEM Û ZÎN
02. TE'DADÊ NI'METŞIMARî Û
TEKRAR-I
ŞUKURGUZARIYA BARî
DI SÛRETÊ AYÎNEDARÎ Û
PERDEBERDARIYA PERWERDIGARÎ
DA DIGEL IXTÎTAMA BI MUNACATEK
MUXTESER KURDÎ
_________________________________________________
Ey şukrê te cewhera zebanî
Wey zikrê te seyqela cenanî
Ey wahidê bêşerîkê yekta
Wey wacidê bênezîr û hemta
Ey baqiyê bêzewalê da'im
Wey hadiyê bêfenayê qa'im
Ey xaliqê erd û 'asimanan
Wey xaliqê cumle ins û canan
Mulk û melek û felek bi carek
Bi l-cumle te çêkirin tebarek
Subhaneke kulle ma xeleqte
Ehsente fe-keyfe ma feleqte
Herçî ko te çêkir ey nikûkar
Heryek di hedê xwe da sezawar
Ev neh sedefê di pirmirarî
Dirrê di sefîd, şefaf û tarî
Heft di miكalê durrê xeltan
Herşeş cihet û çihar erkan
Hersê weledê di pirmewalîd
Xebra û sema digel meqalîd
Lewh û qelem û sewabit û 'erş
Heywan û nebat û me'den û ferş
Zahir kirin ev qeder sena'i'
Peyda kirin ev qeder beda'i'
Heryek ji 'edem kirin te peyda
Ibda' kirin te bê heyûla
Fi l-cumle çi ewwel û çi axir
El-qisse çi mu'min û çi kafir
Her yek ji te ra we bûne mezher
Ewreng di wan tu bûyî mudmer
Bê husn-i te nîne wan wucûdek
Bê nûr-i te nîne wan numûdek
Hikmet ew e batinî û zahir
Qudret ew e xa'ibî û hadir
Nînin te tecezzu' û temekkun
Emma we di wan dikî tewettun
Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî şehrek in tu xan î
Husna te ye zîneta hebîban
Reşka te ye xîreta reqîban
Meyla te ye 'aşiqan dikêşit
Derdê te ye dil ji ber diêşit
şîrîn te kire şekir li Perwîz
Ferhad ji rengê eşkê xwînrîz
Leyla te kire bela li Qeysî
Ramîn bi te ram bû li Weysî
Yûsif te çira numa Zuleyxa
Wamiq te kusa gihande 'Ezra
şêxê weko pênce hec bijarî
Dîn kir te ji bo keça kufarî
Nîlûfer nazperwerî kir
Ew jî te li mihrê muşterî kir
Balayê bilind te daye ser wan
Pabendê bela te da tezer wan
Sorgul te kirin ji xar peyda
Bilbil te kirin hezar şeyda
Xweşrengî te da giyayê sorgul
Xweşdengî te da newayê bulbul
Ronahî te da serê şemalan
Perwane kirin bi şewqê talan
Mehbûb te çêkirin di dilkeş
Meczûb te pê kirin muşewweş
Ev 'işq û mehebbeta di dil da
Ev zulf-i selasilê di mil da
Aya ne te çêkirin muqabil
Heryek te bi hev kirin mu'adil
Ayîne te çêkirin mukerrer
Husna xwe di wan te kir musewwer
Ayîne li pêş-i tûtiyan girt
Davik te li pêş-i kûviyan girt
Ayîne ji wan we ye ko av e
Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e
Neqşê te dibînin ew di avê
Nakin hezerê ji av û davê
Lebteşne teleb dikin zelalî
Wî dane û dam û zulf û xalî
Meqsûd ko bû ji pêş ve hadir
Dê qesd bikin cemî'ê nazir
Tûtî bi xwe ma şekir dirêjin
Herçî dibihên ewî dibêjin
Wê meqsedê muxteser dibînin
Pabend dibin gelek dimînin
Meqsûd û muradê dil tu şa yî
Emma tu tudillu men teşa'î
Herçî te divê bibî delalê
Pabend dikî bi zulf û xalê
Herçî ko tu bînî ser hîdayet
Vê ra Bekirî bikî 'înayet
Hadir wî dibî meqamê me'lûm
Ger xadim e wî digêrî mexdûm
Bê secde te ey cenabê me'bûd
Adem kire qiblegah û mescûd
'îsa kusa gihande ewcan
Aya bi çi te hebande ew can
Dersa ko bi xef te gote Idrîs
Elbet diçû meqamê teqdîs
Iblîsê, feqîrê bêcinayet
Hindî te hebû digel 'inayet
Her roj-i dikir hezar ta'et
Lewra ko te da wî istita'et
Wî secde nekir li xeyrê me'bûd
Gêra te ji ber derê xwe merdûd
Yek secde nebir li pêşê exyar
Qehra te kire muxellide n-nar
Elqisse ji hikmeta te agah
Ferdek me nedî tebareke l-lah
'Irfan-i teleb di sahibê idrak
Derheqqê te gote »ma 'erefnak«
Xanî bi nezaniya xwe derheq
Gumrah bibit ne dûr e el-heq
Illa ko meger mu'în Xwida bit
Ya rahiberê wî Mustefa bit
Ya reb bi heqqê Mustefa kî
Xanî bi xwe ra tu aşina kî
|
MEM Û ZÎN
03. IŞ‘ARA MEDÎHETA TEWAIFÊ DI
KURDAN E.
BI ŞECA‘ET Û XÎRETÊ Û IZHARA
BEDBEXTÎ Û BÊTALI‘IYA WAN E
DIGEL HINDE SEMAHET
Û HEMIYYETÊ
__________________________________________________
Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke
Da cam bi mey cihannuma bit
Herçî me irade ye xuya bit
Da keşf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser iqbal
Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê
Ya her wehe dê li ’stiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit
Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb
Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hişyar
Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padişahek
şîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi sikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meşkûk
Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi sikkeyê ‘ezîz in
Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir
Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e
Ew ‘ar li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şa‘ir û feqîran
Herçî bire şîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mîrî
dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim di destê şîrê rûs e
Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ‘eta û bexşîn
Pirsî ji dinê min ev bi hikmet
Mehra te çi gote min ko himmet
Hasil ko dinê bi şîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi şîrî şehrê şuhret
Tesxîr kirin biladê himmet
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem
Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê burcan
Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kinar in
Herdu terefan qebîlê kirmanc
Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in sedîd in
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex
Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi şîr û himmetê dad
Hindî ji şeca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in
Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û şiqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidankemalat
|
|
MEM Û ZÎN
04. SEBEBÊ NEZMA KITAB E BI VÎ
EZMANÎ
DI SÛRETÊ ŞEKWAYA JI DEWRANÎ
Û GILIYA JI EBNAYÊ DI ZEMANÎ
KO LI BAL WAN YEKSANE
HINERA DANAYÎ DIGEL ‘EYBA NADANÎ
__________________________________________________
Xanî ji kemalê bêkemalî
Meydana kemalê dîte xalî
Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi te‘essub û ‘eşîrî
Hasil ji ‘inad eger ji bêdad
Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad
Safî şemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lisanê kurdî
înaye nizam û intizamê
Kêşaye cefa ji boyî ‘amê
Da xelq nebêjitin ko ekrad
Bême‘rifet in, bêesl û bunyad
Enwa‘ê milel xwidankitêb in
Kirmanc-i tenê di bêhesêb in
Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc
‘Işq-i nekirin ji bo xwe amanc
Têk da ne di talib in, ne metlûb
Vêk ra ne muhibb in ew, ne
mehbûb
Bêbehre ne ew ji ‘işqibazî
Farix ji heqîqî û mecazî
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me jî xwidanek
‘Alîkeremek, letîfedanek
‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an
şi‘ir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me‘mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
çi b’kim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaş-i ra xerîdar
Xasma di vê ‘esrê da ko himyan
Me‘şûq û hebîb e bo me hemiyan
Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar
Heryek ji me ra we bûne dildar
Ger ‘ilm temam bidî bi polek
Bifroşî tu hikmetê bi solek
Kes nakite meyterê xwe Camî
Ranagiritin kesek Nizamî
Weqtê ko me dî zeman e evreng
Fi l-cumle li ser diravî bû ceng
Hez kir me bibîne kîmiyager
Gava ko me dî nebû muyesser
Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir
Tesfiyyeê cewher dexel kir
Qelbê me nekir qebûl-i hîle
Qet bo xeredê nebû wesîle
Dîn çû û neket bi dest me dînar
Paşê ji neçarî bûyîne seffar
Sifrê xwe yê xef me eşkera kir
Qirtasiye bû me lê du‘a kir
De‘wet geriya bi sidq icabet
Bû wasiteê qezayê hacet
Ev pol egerçi bêbeha ne
Yekrû ne û saf û bêbeha ne
Bêhîle û xurde û temam in
Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in
Kirmancî ye sirf e, bêguman e
Zêr nîne bibîn sipîdeman e
Sifrê me yê sor e, aşikar e
Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e
Neqdê me mebêje kembeha ye
Bê sikkeyê şahê şehrewa ye
Ger dê bibûya bi ùerb-i menqûş
Nedima wehe bêrewac û mexşûş
Mehbûb e, bi kes ne namizad e
Lew bextsiyah û namurad e
Qirtasiyeya me bêpenahan
Bê derb-i qebûl-i padişahan
Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman
Meqbûl e li ba gelek hekîman
Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak
Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak
Mîrê ko bi navê Mîrza ye
Mehza nezera wî kîmya ye
Qelbê di zexel dikit bilorî
Polê di dexel dikit filorî
Sed bar hebin filûsê ehmer
Derhal-i dikit bi yek nezer zer
E‘layî dikit bi qehrê edna
Ednayî dikit bi lutfê e‘la
Paşan digirit wekî esîran
Aza dikitin wekî feqîran
Herroj hezar bênewayan
Herlehze bi lutf sed gedayan
Zengîn dikitin bi destê himmet
Hikmet ew e nakitin çu minnet
Ger dê wî nezer bida me carek
Iksîrê teweccuha mubarek
Ev qewl hemî dikirne eş‘ar
Ev pol hemî dibûne dînar
Emma nezera wî zêde ‘am e
Lew xas-i nezer ji dil neda me
Ew rehmet xas e bo ‘ewamî
Ya Reb, tu bidî wî her dewamî
|
|
MIRÊ MECLIS
Mîrê meclis ne kenît ,Mutribê
goya çi bi ket
Xunçe xendan nebitin,Bulbulê
şeyda çi bi ket
Neynika husnê butan, lazime
sahib nezerek
Kesê bîna ku nebit, dîlberê zîba
çi biket
Bê kerem naçite tîpa edûwan
merdê şecî‘
Tîxê ahen çîte, bê destê tewana
çi biket
Talibê îlm û kemalê nebitin
qabilê feyz
Hîkmeta terbiyeya alimê dana çi
biket
Qelbê „Xanî“ sedefa gewherê
îrfanê we lê
Metnixwanek ku nebit, sahibê
me’na çi biket
|
|
NEQQAŞÊ EZEL
Neqqaşê ezel roja serlewheyê
rengîn da
Pergalê di destan bû, ser sefhe
ku tezyîn da
Tezhîbê zerefşan kir serlewhê
kitaba îşq
Resma ezelî kêşa, neqşê xwe
newalîn da (nû anîn da)
Dîbace ku înşa kir, fihrîste ku
îmla kir
Cildek ji enasir best, nefxek di
sufalîn da
Etfalê melek hatin, westane
debistanê
„La îlme lena´´gotin,
´´Ebced´´bi xwe telqîn da
Wan sade ruxan mesqê îşqê ku
temenna kir
Xettatê ji husnîl-xet sermeşqekî
zêrrîn da
Ma secde tenê min bir ber
sûretên mehbûban
Îblîsê nebir secde, lew maye di
nefrîn da
Ez çûme derê dêrê min dîtî ku
rûhullah
Tekrarî musewwer bû hetta di
nihalîn da
Wan cumle „Enel-heqq“ got, min
„Wahidê mutleq“ got
Saqî bi xwe ez girtim camek meyê
nosîn da
Herçî ku me ber pê kir, hindî me
nezer lê kir
Min seyrek li yêkê kir, lew mame
di lewlîn da (lewra me dil û dîn
da)
Min dî heme yek pertew sarî di
mezahir da
Mumkin heme jê pirr nûr, emma ne
di temkîn da
Ew bû ku Zelîxayê îdînî di Yûsif
da
Mecnûnê di Leylayê, Ferhadê di
şirîn da
Misbahê ebed min dî îrohe di
qendîlê
Genca ezelî merkûz min dî di gil
û tîn da
Cana ji cemala Te ez dê çi bibim
sabir
Şeyxan û ûlul-Ezman canê xwe di
kalîn da
Me’zûr e eger sofî bit munkirê
mehbûban
Kor dê çi tesewwur ket sirra ku
di dûrbîn da
Şahid bî tu ey zahid, mehbûbî
perestim ez
Bê sahid û mey nabim, şêxê me ew
ayîn da
Canî ji te ey Xanî! Cana ku
bixwazîtin
Xa noqte li bin danî, fîl-halî
di hêlîn da
|
|
SAZÊ XWEŞ AWAZ
Seydê pencahê serê zulfa şeha
şehbazim Ez
Mestê cama îşweya şehnazê nazik
nazim Ez
Remz û î’cazê di xûban bê îbaret
medh dikem
Murşidê kamil Ez im îrohe, sahib
raz im ez
Vê heyata heyretê çi bikem beqa
nîne ji bo
Lew şehîdê xemzeya wê dîlberâ
tennaz im ez
Derdimendek min divêtin, hem
nefes bit Xanî ya!
Ger me hemdestek hebitin, sazê
xweşawaz im ez
|
|
SERWA ME
Serwa me bi sed reng û hezar
îşwe û meş hat
Aşiq kirin îhya li reqîban ku
nexweş hat
Sunbul kemilandin, Gul û lale
xemilandin
Reyhan şetilandin, li gulan taze
binefş hat
Ten derve nebû qet, nedida bextê
kuşadek
Rû da me şukur! Ke’be yê tali‘
me du şeş hat
Pê dane firengî i nîlo, hatine
romî (Peydane)
şukrane, nihane ji ereb hem ji
hebeş hat
Reştozê xwe Nûbar e meger koşe
dixwazin
Tîra koşeyî da te, hedef girt û
bi keş hat
Yan hat bi nava dilê ket, qet
nediwesta
Lewra ku ji ber qewsê me dî zêde
bi weş hat
Xanî! Bese bê arî, çi ra zêdeyê
salan
îsal e ji xwe tali‘ û bextê
nebireş hat
|
|
SUBHEKÎ ZÛ
Ez Çûme derê meykedeyê subhekî
zû, min dî yekî esmer
Qamet bi mesel subhê çinarê bû
du keysû, manendê du Ejder
Çînçîn dixuşîn zulfê li ser
gulşenê ruxsar, reh şubhetê
şehmar
Kher - kher dimeşîn biskê li ser
qewsê du ebrû, manendê du
şehperr
Mayîm mutereqqib, meger ew
mezherê î’caz, carek bi dused
naz
Halê me tefehhus khet û bêjit ku
esîro! Ez bo te me xemxwer
Min got te di wextê seherê ev
çiye da min, ey serwîqeda min!
Go ma tu nizanî çiye min da te
feqîro! E‘teytûke kewser
Hetta veke lewhê sedef û xameyê
yaqût, nêzîkê bi lahût
Min seyrê kirin Sidre û Tûba
qedê dil co, nînin çu beraber
Hindî melek û horî, perî bêne
temasa, haşa we ku haşa!
Kengê dibin ew, laîqê nezzareyê
ebrû, ey dil me ke bawer!
Barî ji derê meykedeyê min me ke
bê par, ey seyyîdê mûxtar!
Saqî ku Tû yî „eşhedû bîllahî“di
îro, „Xanî“ bûye meyxwer
|
|
ŞEHIDÊ KERBELA
Leyse fî qelbî sîwake ya hebîbî
kulle hal
Her demem xem,hem demem şud der
firaqet mah û sal
Ger benim kanim dilersen,çoktan
olmuştur helal
Mest û ser xwoşem ji îşqê, min
nema eql û kemal
Ente fikrî fî, fuadî, Ente rûhî
fîl cesed
Leşkerê xemhayê To,mulkê dilem
wêranî kerd
Dade geldim aşk elinden isterim
senden meded
Wan Tetaran kirne talan can û
dîn û mulk û mal
Tale xemmî, zade hemmî, şa’e
sirrî fîl mela
Teşneyê cama wîsalim çûn şehîdê
Kerbela
Yoksa sen dîvane oldun, nêce
halin? Ey dila!
Yan ji nû ve îşveyek da min
hebîna çav xezal
Bittû mehcûren hebîbî! Leste
mînnî alîmen
Murdem ez derdê fîraqet, xafilî
Ez halê men
Can û dilden erzi kildim halimi
canane ben
Erzî hala min Tu xafil, qet ne
pîrsî erzî hal
Hel lena mîn nî’metîl weslî
hebîbî mîn nesîb
Ûfîtadem ber deret bê çare,
sergerde,xerîb
Derdê men çok olduxunden ona
yoktur hîcç tebîb
Ey tebîbê min dewayê derdê
‘Xanî‘ her wisal
|
|
TEXTÊ DÎLBERÎ
îro li textê dîlberî, ya Rebb!
çi şîrîn esmer e?
Jê nabitin min dil birrî, ew
dîlber e, yan dilber e?
Dil gorîya canane ev, hem dîn û
hem îmane ev
Hem lutfû hem îhsane ev, hem law
û hem gerden zere
Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta
wekî perr têne der
Ser eskerê tîpa teter, serdar e
yane serwer e
Ya Rebb hebîna reng feleq, horî
teteq dagirt şefeq
Ya belg û netrik, ya wereq, ya
qişt e,yana çenbere
Ew turre, ya keyso ne ew, zencî
ne, ya hindo ne ew
Şutrî ne, ya şeb‘bo ne ew, ya
toxê şahê sencer e
Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû
ne yan nîşan û xal
Keysû ne yan Hezret Bîlal,
meşxûlê Ellah ekber e
çav in gello? Ya serxweş in, ya
kafir in ya dilreş in
Bêmar in ew ya nexweş in, yan
nêrgiz û cadûkher e
Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer,
guftar e ya Rebb! Ya guher
Ew qend e ya Rebb! Ya şeker,ew
suhd e yane xebere
Ew rûn e yan gulbergê al, alal
e, yan dêma bi xal
Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e
yana mezher e
Dêm, şûşe nûra heqq di nav, dev
xunçe ya şirîn gulav
Rux, sorgula rengîn xunav,xal,
misk e,nîşan Anber e
Lêv in gello? Yaqûtê can,
yaqûte,ya qûtê rewan
Ya qutîya durca diran, yan hewza
ava kewser e
Ya Rebb xetê reyhanî ye ser
sûretê Qur’an’î ye
Yan xatema sultanî ye, mir’at e,
yane menzer e
Xal in gello ya fulful in, ew
arid in yan sorgul in
Em aşiqin, yan bulbul in,zîkrê
wî werda ehmer e
Ew gerdena şubhê şemal, ser
çesmeya ava zelal
Qarûreya xemra helal, ya şîse
ye, yan mermer e
Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan
Ke’be ya îsa ye ev
Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan
sidre, yana er’er e
Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan
alimê ferzane ye
Yan bulbulê wêrane ye, yan ûd
e,yana mîcmer e
Ew Xanî yê dildade ye, meşreb ji
rengê bade ye
Derdê wî, yarek sade ye, lew her
zeîf û rengzer e.
|
|
ZAHIDÊ XELWET NIŞÎN
Zahidê xelwet nişîn pabestê
kerdarê xwe ye
Tacirê rehlet guzîn derbendê
dînarê xwe ye
AŞiqê dîlber hebîn dil dayê
dildarê xwe ye
Vî zemanî herkesek bê şubhe
xemxwarê xwe ye
Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û
himmetê
Bê xered nakeşîtin qet kes ji bo
kes zehmetê
Kes nehîn qet hilgirit barê te
ew bê ucretê
Gerçî îsa bit ku wî fikra ker û
barê xwe ye
Hoşîyar bî! dane kî umrê xwe bê
hasil telef
Lew ku naket fayde mal û genc û
ewlad û xelef
Maceraya “Xidr” û dîwarî yetîmî
bû selef
Vî zemanî herkesek mi’marê
dîwarê xwe ye
Ca nezerke îbretê pêla ku waqi’
bit sewas
Ger ne bîtin îltifat û mûçe û
debr û meaş
Cundîyî rimbazî faris nadetin
canê belaş
Saeta serbazîyê hîvî ji serdarî
xwe ye
Xanîya zayi’ me ke weqtê xwe ey
nadan! ebes
Bê teleb nabî ji weslê behremend
ey bul-hewes!
Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek
wî bi kes
Lutf û îhsana Wî jî derheq
telebkarê xwe ye
|
|
|